5 otobûsên nû yên şaredariya Qamisloyê ketin xizmeta gel. Bi taybetî jin bi hatina otobûsan kêfxweş in û dibêjin: “Hatina otobûsan dê pirsgirêkên me yên çûnûhatinê çareser bike û em ê rihetir biçin bajêr.”

Ev 5 otobûsên mezin serê sibêhê ji saet 07.00’an heta 20.00’an xizmetê didin.

Zekiya Cemîl dibêje, “Êdî rê li ber  me hêsan bû. Berê em bi gelek pisgirêkan re rû bi rû diman. Niha em kîjan demê bixwazin, em ê karê xwe li derve rihetir bikin û bi leztir bigihêjin cihê xwe.”

Esiya Salim dibêje, “Niha em bi rehetî dikarin karê xwe pêk bînin. Em hêvî dikin ku projeyên bi vî rengî bêhtir bên zêdetirin û xizmetê bidin şêniyên xizan.”

QAMIŞLO