PERVÎN YERLÎKAYA / DENÎZ BABÎR / HANAU

Cenazeyê Ferhat Unvar ê 23 salî yê ku di êrişa nijadperest a çarşema bihurî li bajarê Elmanyayê Hanauyê de jiyana xwe ji dest da, doh bi merasîmekê spartin axê. Hamza Kurtovic û Saîd Nesar El-Hashemî yên ku di heman êrişê de jiyana xwe ji dest dan jî îna bê wê li cem Ferhat bên veşartin.

Ji bo Ferhat ê 19´ê Sibatê hat qetilkirin, li Kesselstadtê, li hola sporê ya Dibistana Heinrich Heine merasîmek hat lidarxistin. Malbata wî, heval û xizmên wî jî di navê de girseyeke qelebalix di merasîmê de amade bû.

Zêmarên me ji me re man

Li holê wêneyên kesên di êrişên nijadperest de jiyana xwe jidestdayî, hatin daliqandin. Pankarta li ser nivîsandî Faşîzm û nijadperestî her roj dikujin” li holê hatibû daliqandin. Li ser maseya wêneyên Ferhat li serê find hatin vêxistin. Li holê gelek caran dengê zêmarên bi Kurdî hat bihîstin.

Li ber bufeya Ferhat lê hat qetilkirin jî wêneyên kesên di êrişê de jiyana xwe jidestdayî, kulîlk û find hatin danîn. Wekî din notên weke “Nijadperestî êdî bes e” hatin danîn.

Girse paşê çû goristana li navenda bajêr a Haupfriedhofê û li wir cenazeyê Ferhat hat veşartin.

Li vir, di merasîma spartina axê ya cenaze de şaredarê Hanauyê Claus Kominsky, serokê Mala Cemê ya Hanauyê Hasan Aygun, hevseroka Kon-Medê Leyla Acar, li ser navê DIDIF´ê jî Eren Okçu peyivîn.

´Em ê li vir ji bo edaletê têbikoşin´

Hevseroka Kon-Medê Leyla Acar di axaftina xwe de got, “Beriya bi 5 rojan Ferhat, Gokhan, Mercedes, Hamza, Saîd, Vali, Fatîh, Sedat û Kalojan bûn armanca guleyan. Beriya bi 5 rojan ev gule li dilê me hemûyan ketin. Weke Kon-Med´ê em pirr xemgîn bûn. Lê em bi hêrsa we jî hisiyan. Ev hêrsa we li dijî neheqiyê, li dijî êrişê û carekê û careke din pirrcarîbûna dîrokê ye.

Lê me hêza we jî dît, me dît hûn çiqasî dilsozê Ferhat in û hûn çiqasî jê hez dikin. Û me dît hûn çawa bi wan kesan re bûn ku bi we re ji bo Ferhat şîn girêdan.

Em weke Kon-Medê dengê Kurdan in. Em dengê beşekê ji civaka Elmanyayê ne jî. Em weke Kom-Medê ji bo civakeke wekhev û demokratîk têdikoşin. Daxwaza Ferhat û hevalên wî jî civakeke demokratîk û wekhev bû.

Em ê Ferhat, Gokhan, Mercedes, Hamza, Saîd, Valî, Fatîh, Sedat ve Kalojanê ji bîr nekin. Em soz didin, em ê li vir ji bo edaletê têbikoşin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzm û nijadperestiyê xurt bikin.”

Piştî veşartina cenaze, malbatê li hola sporê serdanên sersaxiyê qebûl kirin.