Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û Girkê Legê li Rojavayê Kurdistanê, cenazeyê şehîd Giovanni Esperte (Hîwa Basko) yê ji Îtalyayê, di deriê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê kir da ku ji wir jî ber bi cihê jidayikbûna wî ve were oxirkirin.
Giovanni Esperte (Hîwa Basko) yê ji Îtalyayê di encama qezayeke trafîkê de li bajarê Dêrikê şehîd bûbû. Şêniyan cenaze wergirt û bi karwanekî erebeyan berê xwe da deriyê Sêmalka.
Dema karwanê cenaze di herêma Koçeratan re derbas bû, şêniyan bi tilîlî û dirûşmeyên silavkirina berxwedanê, cenazeyê şehîd pêşwazî kir. Dema cenazeyê şehîd gihîşt deriyê Sêmalka, şervanên YPG`ê û YPJ`ê rêûresmeke eskerî li dar xist. Paşê ji fermandarên hêzên înternasyonalîst, Egîd Têkoşer axivî û got: “Şehîd Hîwa ji cihekî dûr hat û beşdarî şoreşa Rojava bû da ku parastina nirxên mirovahiyê li dijî komên terorê bike.
Em wek hêzên înternasyonalîst soz didin şehîd Hîwa ku em ê li ser rêya wî bimeşin û xeyalên wî pêk bînin.”
Ji fermandarên YPG`ê yê Dêrikê, Hawar Dêrik jî got: “Em soz didin şehîdên xwe û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku em ê parastina wan bikin û li ser rêya şehîdan bimeşin.”
Endamê rêveberiya TEV-DEM`ê Dilêr Rojhilat di merasimê de axivî û got, “Şoreşa Rojava gel kirin yek, vê yekê jî hişt ku înternasyonalîst beşdarî şoreşa Rojava bibin û parastina berhem û têkoşîna biratiya gelan bikin.”
Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameya şehîd Hîwa Basko ji aliyê hevalên wî yên înternasyonalîst ve hate xwendin û radestî hevalên wî hate kirin.
Şêniyan xatirê dawî ji şehîd Hîwa Basko xwest û di deriyê Sêmalka re cenazeyê wî derbasî Başûrê Kurdistanê kirin. Tê payîn ku cenazeyê şehîd ji wir derbasî Italyayê bê kirin.
ANHA / QAMIŞLO