
Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî navê endamê xwe yê ragihandinê ku li Reqayê şehîd bû, eşkere kir.
Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG`ê hatiye weşandin, dide zanîn ku Fîraz Dag (Mehmet Aksoy) ê ku endamê Çapemeniya YPG´ê bû ye, 26´ê Îlonê di êrîşeke DAIŞ´ê de li Reqayê şehîd bûye.
YPG´ê ji bo edanê çapemeniya azad û derhênerê Kurd ê ji Ingilistanê berê xwe dayî Reqayê got, “Fîraz Dag (Mehmet Aksoy) bi eslê xwe ji navçeya Elbîstan a ser bi Mereşê ji Bakurê Kurdistanê ye. Piştî koçberiya malbata wî ber Ewrûpa ve li Londonê mezin dibe. Ji destpêka ciwantiya xwe ve xebatkarekî li dijî kapîtalîzmê û çalakvanê mafê mirov û mafê gelê Kurd bû. Nexasim jî piştî komkujiya 3’yê Tebaxa 2014´an li Şingalê hevalê Fîraz di agahdarkirina civaka Kurd û biyanî de li derveyî welat xebateke bê westan dabû meşandin.”
Derhêner û rojnamevanê Kurd
YPG´ê bi bîr xist ku wî Malpera Kurdish Question, a ku mijarên gelê Kurd û gelên din dişopand ji aliyê rêheval Fîraz ve hatibû avakiribû û birêvebiribû û wiha dewam kir: “Li zanîngehê derhênertî xwendibû û her wiha beşdarê dewreyên nivîs û wêje bûbû. Hejmarek kurtefîlm çêkiribûn, kurteçîrok çap kiribûn û hin helbest wergerandibûn. Li ser malpera Kurdish Question bi giranî li ser rojeva gelê Kurd dinivîsand û nirxandin dikirin.”
Cihê naskirina nasnameya xwe di jiyana Fîraz Dag de cihekî girîng girtibû ku YPG wiha îşaret pê dike: “Têkoşer Fîraz nasname û pêşeroja xwe di tevgera azadî û fikrên Rêber Apo de dîtibû. Ew di lêgerîna jiyana azad de bû û rêber Apo rêya herî bedew nîşanê wî dabû. Ciwanê ku jiyan û kar li welatê bêgane hêjayê xwe û welatê xwe nedidît, xwest ku vê şoreşê bi qelem û dûrbîna xwe qeyd bike û bike para dîrokê.”
Vegera li welêt
YPG´ê behsa lêgerînên Mehmet Aksoy ên li nasname û xurtkirina keda xwe di nava şoreşê de kir û wiha dewam kir, “Hevrê Fîraz, xebatên li derveyî welat têrê xwe nedidîtin û xwest ku li welêt vegere. Bi taybetî piştî êrişa 25’ê Nîsanê 2017´an dewleta dagirker a Tirk li dijî çiyayê Qereçoxê, biryara hatina xwe da. Li Qereçoxê endamên ragihandina YPG şehîd bûbûn û rêheval Fîraz ji bo girtina cihê wan bi ruhekî dilxwaz bi hewara gelê xwe ve hat û di karê ragihandinê de hewl da ku bê-edaletiya der heqê gelê Kurd de bi dinyayê bide naskirin. Fîraz bi liberxwekirina cilê YPG´ê û hilgirtina çek û kameraya xwe dîmenek xweşik ji mirovahî û azadiyê re resm kiribû, dîmenekî ku heta dawiyê wê her bimîne.”
Dixwest bibe dengê Kurdan li cihanê
YPG´ê bi bîr xist ku Mehmet Aksoy filmên xwe bi Ingilîzî amadekirin û wiha behsa wî kir: “Hevrê Fîraz fîlm û berhemên xwe bi zimanê Inglîzî çêdikirin da ku hemû cîhan bi rastiya Şoreşa Rojava bihise û dagirkeriya li ser civaka gelê Kurd ji dinyayê re bide naskirin. Girtina dîmenê jiyana şervanan, aliyê wan ê insanî, civakî, demokratîk, çandî û exlaqî şev û rojên şehîd Fîraz kiribûn yek. Herî dawî rêheval Fîraz berê xwe da du pêngavên dîrokî yên li Reqa û Dêra Zorê, li wir jî kameraya wî her kêliya lehengtiya şervanan û rizgariya gelê bindest teswîr dikir.”
Ji rêûresma Xelîl Dag
YPG´ê da zanîn ku Mehmet Aksoy, bi navê wî hêjayî xwe dîtî Fîraz Dag, sibeha 26’ê Îlonê dema li Reqayê li ser karê xwe bû di encama êrişeke dijwar ya DAIŞ’ê şehîd bûye û wiha behsa wî kir: “Şehîd Fîraz kevneşopiya çapemeniya azad a ji Xelîl Dag wergirt, di Şoreşa Rojava de bi rengekî çalak bi cîh anî. Di demeke kurt de di dilê şervan û hevrêyên xwe de cihê girt û her kesî hez jê kir. Di her şert û mercê jiyanê yê herî zehmet de, di nava çeperên şervanan de geriya û her kêliya hest, kelecan û hêrsa şervanan girt kamerayê. Bû yek ji wan kesan ku, ruhê pêngava serdema nû ya têkoşîna azadiya Kurdistanê ji cîhana derve re ragihand.”
Fîraz Dag (Mehmet Aksoy) sala 1985´an li Meletiyê ji dayik bûye, malbata wî bi eslê xwe ji Elbistanê ye. Sibeha 26´ê Îlona 2017´an li navenda Reqayê di êrîşeke dijwar a DAIŞ´ê de jiyana xwe ji dest da.
NAVENDA NÛÇEYAN