Bi tevlîbûna bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Nûr Xidir (Dilşêr Qamişlo) li goristana Şehîd Delîl Saroxan hate veşartin.

Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Nûr Xidir (Dilşêr Qamişlo) yê di 29‘ê Gulanê de di pêngava li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li Dêra Zorê de şehîd bûbû, ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Delîl Saroxan ve çûn.

Merasîmê bi rêzgirtina eskerî destpê kir. Paşê Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Hecî Seîd axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Feysel Mûrad soza dilsoziya bi şehîdan re û pêkanîna armancên wan da.

Birayê şehîd Mihemede Nûrî, Baran Xidir jî soz da ku ew ê li ser xeta şehîdan bimeşe. Dayika şehîd Mihemed Nûr, Şukriya Xidir anî ziman ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û anî ziman ku kurê wê ji bo parastina gelê xwe şehîd bûye.

Nasnameya şehîd ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

 

 ANHA / QAMIŞLO