ERDAL ALIÇPINAR / NEUSS

Ji bo protestokirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan û zexta dewleta Elman a li dijî Kurdan protesto bike Kurdistaniyê ji Dersimê, Ugur Şakar, li pêşiya Dadgeha Krefeldê bedena xwe dabû ber agir û şehîd bûbû. Cenazeyê Ugur li goristana Neussê bi merasîmekê hat veşartin.

Nûnerên KCDK-E, TJK-E, YJK, FEDA, MLKP û gelek nivîskar, rojnamevan û hunermend jî beşdarî merasimê bûn. Parlamenterên berê yên HDP´ê Ahmet Yildirim, Tugba Hezer, Lezgîn Botan û Sîbel Yigitalp jî beşdar bûn. Li ser wêneyên Ugur ên ku beşdaran bi xwe ve kirî jî, şehîd namirin dihat nivîsandin. Merasima cenaze ya ji bo Ugur Şakar, Dogan Dede bi rê ve bir.

Piştî merasimê li ser navê Tevgera Jinên Kurd li ewrûpayê (TJK-E) Gonul Kaya peyivî û got, bila serê hemû berxwedêran sax be: “Ugur Şakar, li hemberî faşîzmê û siyaseta krîmînalîzekirinê bedena xwe kir mertal. Piştî (salvegera) komploya 15´ê Sibatê wî çima xwe li ber dadgehê şewitand. Wî li dijî bê edaletiyê bedena xwe da ber agir. Yek daxwaza wî heye; bêhtir têbikoşin û bêhtir xwedî li têkoşînê derkevin. Em soz didin ku em ê wesiyeta wî bi cih bînin.”

Haziran, cenazeyê Ugur Şakar bi sloganên “şehîd namirin” spart axê. Şemiya bê ji bo Ugur Şakar wê li NCDK a Dusseldorfê merasimeke bibîranînê bê kirin.