Şaredara Bajaroka Sixkê ya Wanê Nezahat Erguneş û endamên meclîsa şaredariyê Rojbîn Akdag û Ubeydûllah Demîr zîyaretên xwe yên Hewlêrê didomînin. Piştê ku heyet Serokê Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê Dara Celîl Heyat û endamên rewebiriya odeyê Kemal Ezîz û Fidaî Mihmedemîn ziyaret kirin, bi şev jî çûn serdana Walîyê Hewlêrê Newzat Hadî. Di serdanê de Ergûneş derbarê rewşa Wan û navçeyên wê de agahî da Hadî û ji bo alîkarîya wan a ji bo mexdûrên keraseta Wanê spasîya xwe pêşkêş kir. Ergûneş anî ziman ku alîkarîyen ji Herêma Federal a Kurdistanê ku radestî dewleta Tirkiyeyê hatiye kirin, negihaştiye gelê Wanê. Hadî jî da zanîn ku ew ji bo vê rewşê gelek xemgîn bûne û pir pê êşiyane. Hadî, diyar kir ku ew ji bo gelê Wanê alîkarî şandine, lê mixabin ev alîkarî hejî negihiştiye gel. 


'Alîkarî xwest'
Di hevdîtine de Erguneş derbarê 3 projeyên ku ji bo ji nû ve avakirina navçeya Sixkê hatibûn amadekirin de agahî da Hadî û ji bo pêşxistina wan projeyan alîkarî ji Walîtiya Hewlêrê xwest. Hadî diyar kir ku ew ji bo pratîzekirina van projeyan amade ne û çi berpirsyarî bikeve ser milê wan dê bibin alîkarê gelê Wanê.
Heyet, piştî serdana Walîtiya Hewlêrê Newzet Hadî, di otela ku diman de ji aliyê Hevsêroka Giştî ya PÇDK'ê Necîbe Omer û parlamentera berê ya Parlamena Ewropa Feleknas Ûca ve hatin zîyaretkirin. Hate zanîn ku heyet, Şaredariya Hewlêr, Walîtiya Dûhok û çend rêxistinên sivîl jî dê zîyaret bikin.

HEWLÊR