Ez di heft saliya xwe de ji bo xwendinê hatim Dîlokê. Heta wê çaxê min bajar nedîtibû. Ji ber wê, saziya yekemîn ya dewletê ku ez lê rast hatim dibistan bû. Paşê mamosteyan, kesên mîna ku dewletê temsîl dikin di mêjiyê min de cih girtin. Bi wan kincên ku me li xwe dikir jî hîseke xerîb li min peyda dibû. Heta ku min zanîngeh qedand, di dorhêla dibistanê de ez tim û tim mîna kesekî xerîb bûm. Ji ber wê yekê, ta ji wan çaxan heta îro ji fermîbûn yanî ji resmiyetê hez nakim. Ji cihên resmiyetê û kesên resmî direvim û li derên werga (wisa) û li hemberî kesên werga xwe nikanim rind bînim zimên. Ji lîseyê şunde, xeynî car caran fotograf kişandinê, min tu caran kincên resmî, çakêt û qerewat jî li xwe nekiriye...
Piştî ku min zanîngeh xelas kir û dîplomeya endezyariya makîneyê wergirt, bavê min mîna diyariyekê kincekî resmî, çakêt û pantorek ji min re da dirûtin. Hingê (wê çaxê) min xwe kir endamê Odeya Endezyaran û wana jî karteke nasnameyê ya endamtiya saziyê dane min.
Çend meh şunde, destpêka Hezîran a 1994’ê, bona li navenda rojnameya Ozgur Ulkeyê bixebitim, çûme Stenbolê. Ji bo rêwîtiyê ji Dîlokê heta Stenbolê, min ew kincê ku bavê min ji min re dabû dirûtin li xwe kir û karta nasnameya ezdezyariyê jî min xist bêrika xwe. Bi wî halî heta ku hatim avahiya rojnameyê, ez di nava xwedanê de mabûm. Ji ber ku tu nasên min ên ku ez biçûma li hinda wana bimama nebûn, di mêvanxaneya rojnameyê ya li qatê jor ê avahiya rojnameyê de cihek dane min. Min ew çakêt û pantor ji ser xwe avêt û êxist dolaba kincan a mêvanxaneyê. Ji ber ku tu karê min pê tune bû, karta nasnameya endezyariyê jî min di bêrika çakêt de hişt...
Paşê ez wek midûrê karê nivîsaran ê Ozgur Ulkeyê xebitîm; lê di mehekê de li dijî min ji sedî zêdetir doz hatin vekirin û zêde neçû, dawiya Tîrmehê jî ez hatime girtin. Mîna girtiyekî siyasî yê ku ‘propagandaya rêxistina ku hewldide welat parçe bike, kirî’ tevlî dora şeşsed girtiyên Kurd ên di Girtîgeha Bayrampaşa ya Stenbolê bûm. Ne derew e; ji ber ku li Stenbolê min tu kes nasnedikir, piştî du mehan cara yekê bû ku stresa min belav bû û min di nava hevalan de hinekî rehetî dît...
Parêzer gotibû di nava du mehan de tuyê derkeve; lê pênc meh derbas dibûn hên jî ez di zîndanê de bûm. 3’ê Berfanbarê (çileya pêşîn) serê sibehê, di nav hevalan de livandinek çê bû. Paşe bi belavbûna xeberê ‘Ozgur Ulke hatiye bombekirin’ re herkesî xwe avête holê. Bi dengeke ku, dîwarên girtîgehê nikanîbû asteng bike, slogana ‘Kurdistan wê bibe goristana faşîstan!’ gîhişt ezmên. Mîna ku her kes hewlbide ku dengê xwe bigihîne dûmana ji avahiya Ozgur Ulkeyê bilind dibû û wê li ezmên belav bike...
Du hefte şunde ji girtîgehê derketim û bi hevalekî çûm avahiya rojnameyê ya hatibû bombekirin. Ji ber ku destûrname ji qadê jor ê dewletê hatibû, encam pirr serkeftî xuya dikir!.. Stûnên bi şewatê reşbûyî yên xaniyekî û her der, her tişt şewitî; parçeyên kompûteran, xweliya kaxezên rojnameyan, dîwarên hilweşiyayî...
Ew çakêtê min, ê ku ji ber diyariya bavê min bû, min li xwe kiribû û karta min a nasnameya emdamtiya Odeya Endezyaran jî şewitîn. Bi wan re, wek Kurdekî ku nirxên xwe yên însanî, xwezayî û Kurdewarî tim û tim di dilê xwe de parastî, têkîliya min a bêdil a di heft saliya min de bi dewletê re destpêbûyî jî hilweşiya û şewitî!..
Ozgur Ulke û çakêtê min...