Ji ber vê yekê jî heta îro di kîjan xebatê de cih girtibe bera bibe, yên ku tevlî karekî civakî bûne gişt bi zilma dewleta Tirk û dewletên din re rû bi rû man; hatin kuştin, hatin girtin, lêdan û îşkencê li wan hat kirin û hatin sirgûnkirin... Gerîla, siyasetmedar, gundî, bajarî, zengîn, feqîr, hunermend, nivîskar, kal û pîr, jin û zarok giştan ji zilmê para xwe standin.
Û sewa ku zilma dewletê aşkere kirin, bi dehan rojnamevanên Kurd jî li ser kar hatin kuştin, bi dehan ji wan rastî îşkenceyê hatin û buroyên rojnameyan hatin bombekirin...
19 sal berê li Stenbolê buroyê navendî û çend buroyên din yên rojnameya Ozgur Ulkeyê rastî êrîşa dewletê hat. Di encama bombekirina 3’ê Kanûna 1994’an de xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û bi dehan rojnamevan birîndar bûn. Bona famkirina çapemeniya Kurd a azad di kîjan şert û mercan de xebitiye û xwe gîhandiye îro, Ozgur Ulke mînakeke balkêş e. Bi îmkanên ku bi bedelên giran hatin bidestxistin jî, îro pêşketinên li her çar parçeyên Kurdistanê û yên ji cîhanê bi zaraveyên Kurdî giştan, bi sedan rojname, tv û bi hezaran malperên înternete tên belavkirin...
Êdî vê yekê tu kes nikane înkar bike; Kurdan têkoşîna vejînê bi serkeftî paşde hişt û niha jî bi têkoşîna avakirin û sazkirina jiyana civakî re rû bi rû ne. Ji aboriyê bigirin heta hunerê, ji perwerdeyê bigirin heta ragîhandinê, ji xweparastinê heta hilberînê û peydakirina hewcetiyên xelkê yên strûktûrel ên mîna av, elektrîk, rê û hwd...
Ev serkeftin, pêşketin û guhertinên civakî bi xwe re hewcedariya ziman, hişmendî û feraseteke nû jî datînin pêşiya Kurdan. Di nava tevahiya sazî û rêxistinên civakî de çapemenî û saziyên ragihandinê divê pêşengiyê ji vê yekê re bikin. Him şopandina hewcedarî û pirsgirêkên xelkê him jî bona peydakirin û çareserkirina wan, hişyarkirin, motîvekirin û moraldayînê çapemeniya Kurdî îro ji her demê bêtir di bin barekî giran de ye.
Jiyan dînamîk e û li şûna xwe nasekine... Di nava vê dînamîzmê de kîjan aktoran bandora xwe herî zêde li ser jiyana civakî dixin; jiyan bi feraseta wî/wê pêş dikeve. Ji ber ku îro ji zarokên heft salî heta kal û pîrên heftê salî her kes xwedî amûreke mîna telefon, iphon an jî komputerê ye, hêzên desthilatdar jî ji her demê zêdetir girîngiyê didin bikaranîna medyayê û amûrên wê.
Qasî bandora li ser siyasetê, îro çeka herî bi bandor a ji bo têkoşîna civakî jî ragîhandin û amûrên wê ne. Bona vê yekê Kurd, bi taybetî jî ciwan qadê ragihandinê him bona nasandina Kurdan û nirxên wan, him bona pêşîgirtina asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê, him jî bona motîvekirina rêxistinîbûna jiyana civakî divê vala nehêlin.
Li dijî êrîşên asîmîlasyonîst ên serdestan û yên li ser nirxên kurdewar, qasî berxwedana gerîla îro her Kurd dikane bi riya înternet, rojname, tv an jî navgînên din ên ragîhandinê tevlî berxwedana bona parastina ziman, çand û nirxên kurdewar bibin. Wê çaxê wê were dîtin ku Ozgur Ulke û bedelên din ên ku çapemeniya Kurd a azad dane, ne herîmiye...
‘Ozgur Ulke’ û medyaya Kurdî
Wek encama têkoşîna çel salî ya ku hiş û feraseta civakê tev guhert re Kurd îro bi hewldana guhertineke nû ya rêxistinî, sazîbûnî, siyasî, çandî û aborî re rû bi rû ne. Heta îro di rêxistin û saziyên Kurdan giştan de tenê sloganên siyasî hatin zimên. Ji kongreyên partiyên siyasî heta cejn û dawetên li gundan heman slogan dihatin dubarekirin. Nûçeyên medyaya Kurdî, stranên hunermendan, romanên hatin nivîsandin, wêneyên hatin çêkirin, şanoyên hatin pêşkêşkirin gişt bi mijarên têkoşîna çekdarî, berxwedana gel, jiyana şêhîdan hatin pêşvexistin. Ji ber ku Kurd hên jî ne xwedî statûyekî siyasî ne, heta ku mafên xwe yên civakî giştan bi garantî bikin, têkoşîna bona wê jî wê bibe mijara huner, wêje û siyaseta Kurdî.