Vera Mironova bi pirsa "Têkoşîna li ser Şingalê: Kî doza erdên herêmê dike û çima girîng e?" bi gotara xwe ya di kovara navdar a siyaseta derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Foreign Policy de dadikeve. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev kovar weke dezgeheke şêwirmendiyê jî ji hikûmetên Emerîkî re kar dike. 

Di vê gotarê de Vera Mironova îşaret bi di warê jeopolîtîka giştî de "bêqîmetbûna" Şingalê dike û dibêje, "dîsa jî mirov dikare bibêje li Rojhilata Navîn 1000 mîlên çarçikî yên herî zêde alî ji boyî ketine rika hev Şingal e".

Êzîdî bi YBŞ´ê û PKK´ê bawer in

Piştî vê jî gotar berê xwe dide dewra Yekîneya Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdxanê (PADÊ) û dibêje, gelek Êzîdiyên deverê dilsozên PKK´ê ne ji ber dewra wê di berxwedana li dijî DAIŞ´ê ya li Şengalê û ji fermanê rizgarkirina bi hezaran Êzîdiyî de.

Kovar bi bîr dixe ku PADÊ wê tevlî hilbijartinên giştî yên 2017´an ên Iraqê bibe û ji xwe razî ye ku dikare ji sedî 80´yê dengê Şingaliyên bi dest bîne û pê re jî parlementeran bişîne Bexdayê. Berdevkê YBŞ´ê Zerdeşt Şingalî ji kovarê re peyiviye û gotiye, "Şingal welatê me ye. Ji sedî 80´yê xelkê herêmê destekê dide partiya me ya siyasî PADÊ."

Bi her halî gotar îdîa dike ku ev lihevnekirin dikare timamê herêmê bêîstîqrar bike, lewma gelek berjewendiyên cihî, herêmî û navneteweyî digihîjin hev li vî erdê nisbî gelekî piçûk: "bêyî Çingaleke biîstîqrar wê pirr zehmet be Iraq bête biîstîqrarkirin, û ji wê jî kêmtir Sûrî û tevahiya herêmê." 


 NEW YORK