Civaka Êzîdî ya ku bi salan bû ji hêla PDK’ê ve bê parastin, hatibû hiştin, piştî bi pêşengiya PKK’ê, hêza xwe ya cewherî ava kir, ji her alî ve xwe bi rêxistin dikin. Êzîdiyên ku rêxistineke wan jî tune bû, herî dawî Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) ava kir û ev partî li başûrê Kurdistanê temsîla Êzîdiyan dike. Partiya ku her roj refên wê mezin dibin, ji aliyê Parlemena Iraqê ve jî wekî partiyeke fermî hat qebûlkirin. Partiya gelê Êzîdî PADÊ, di hezîrana 2016’an de hat damezrandin û ji bo fermiyetê serî li Parlemena Iraqê dabû. Serlêdana PADÊ bi awayekî fermî hat qebûlkirin.
Yek ji rêveberên PADÊ´yê Melîha Murad kêfxweşiya xwe bi civînekê parve kir û got: “Civaka Êzîdî êdî bi fermî bi dengê xwe ji vir û şûn ve wê tevlî Parlemena Iraqê bibe.” Melîhayê diyar kir ku desthilatdar nikarin vîna gelê wan bişikînin û çi ji destê wan bê, dê ji bo gelê xwe têbikoşin.
Piştî biryara Parlemena Iraqê, PADÊ dê êdî karibe tevlî hilbijartinên giştî yên Iraqê jî bibe û civaka Êzîdî temsîl bike. Rêveberên PADÊ destnîşan kirin ku ew ê di demeke nêz de navend û buroyên xwe bi awayekî fermî li başûrê Kurdistanê û bajarên din ên Iraqê veke.
ŞENGAL