Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku divê jin li dijî van êrîşan bê deng nemîne û têkoşîna xw bilindtir bike.
Daxuyaniya PAJK’ê wiha berdewam kir: “Rizandina civakê û lerzandinahîmên civakê bi destavêtina jinê û xistina jinê pêk tê. Zihiniyeta faşîst destpêkê êrîşên nirxên jinan dike. Bi vî awayî jina teslîm hatiye girtin, wek civaka teslîm hatiye girtinê ye. Xistina jinê tê wateya xistina hemû civakê ye. Bi vî awayî desthilatdarî xwe ji nûve li ser beden û zayendê ava dike. Çanda tecawizê yekane hÊza ku pergalê li ser piyan dihilê ye.Ji ber vê jî bê nasnamebûn, asîmîlekirin û şikandina îradeyê tê meşandin."
Têkoşîna hevpar
Koordînasyona PAJK’ê di daxuyaniye de wiha got:" Pergala hêza ya xwe ya leşkerî lid ijî gelan, baweriyan, kêmar û jinan bikartîne. Yanî dixwaza zor, şîdet û kuştinê ferz bike. Herî zêde jin û zarok di bin bandora şer de dimînin. Şorên Kurd li ser wan dihêlin. Rêbazên dewlet, qanûn, siyaset û ahlaqê li gorî berjwendiyên desthildatdariyê hatiye sazkirin. Bawerî û teror gelek deman li gorî qanûnên berjweendiyê tên pêkanîn. Ji ber vê yekê divê li dijî çanda tecawîzê hemû jin bibin xwedî helwesteke hevpar, berxwedan û têkoşîneke hevpar. Tiştên ku di destpêkê de divê jin bikin eve ku divê jin xwe ji van amûran biparêzin. Divê hemû jin di hamleya înşakirina jiyaneke azad û rizgariya demokratîk de hêza xwe ya rewa û rêxistina xwe pêşve bibe."
ANF/BEHDİNAN