Hedef azadî ye
PAJK’ê da zanîn ku, hemû Kurdên Ewropayê û dostên Kurdan di her şert û mercî de bi îradeyeke mezin çalakiya xwe didomînin û wiha got: “Li cihên wek Ewropaya ku navenda felsefeya modernîst kapîtalîzmê ye, ruh û atmosfera kolektîvîst, piştevanî û demokratîk gelek girînge. Ji bo pêşerojeke wekhev, azad û demokratîk jî ruhekî azadîxwaz, piştevanî û demokratîk pêwîste. Di vê çarçoveyê de em hemû kesên ku piştgirî û hêz dane vê çalakiya nobetê silav dikin. Hedefa sereke ya çalakiya nobetê Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne. Hedefa din jî eve ku heqîqeta jiyaneke azad û demokratîk ya ku gelan wenda kiriye û ji nû ve bi gelan bên qezenckirin, rêxistinkirina têkiliyê wan e.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, ji bo vegotina nêrîn û nasandina serokatiyê xizmeta herî mezine.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Yê ku li Kurdistanê jin ji hepsa malê derxist, yên jin ji destê mêr derxist û kir xwedî hiqûqa maf Rêber Apo ye. Ji ber vê jî divê herî zêde jin xwedî li azadiya Rêber Apo derkeve. Em bang li hemû jinan dikin ku zêdetir xwedî li çalakiyê derkevin. Keda tê dayîn, bedelên tên dayîn dê rojekê jiyanek azad bîne.”
ANF/BEHDİNAN