
Di daxuyaniyê hate desetnîşankirin ku rewşa herî xeter jî ev eku jin vê wekê pîvanên qedera xwe dibîne û got: “Jin serî li dijî vê ditewîne. Ligel vê rewşeke din jî eve ku bi sedsalane jinên ku serî hildane û li dijî vê pergalê têkoşiyane hene. Li dijî xwedavendên pergalê, keybanuyên gelan her tim din ava lêgerîna azadiyê de bûn. Bê guman ev di dîrokê ne hatin nivîsvin. Ji ber ku dîroka îroyîn dîrokek bi destê serdestiya mêr hatiye vegotin. “
'Wê têkoşîna me berdewam bike'
PAJK’ê diyar kri ku têkoşîna azadiya 8’ê Adarê kevîrekî kîlometreya girane û wiha got: “Jin dibe berxwedana 8’ê Adarê. Hemû jinên cîhanê xwedî li vê rojê dertê. Ligelek cihan têkoşîna jinê hatiye jiyîn. Lê ev rastiyeke ku jinên Kurd ne tenê sembolin, ruh dan vê rojê. Em jinên Kurd, xeyalên Rozayan, Dayikan, Clarayan û Leylana îro li ser axa Kurdistanê bi têkoşînê pêk tînin. Ev têkoşîn bi pêşengiya Rêber Apo dest pê kir. Rêber Apo şîfreyên vê hêj di temenê biçûk de zelal dikir.”
PAJK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got Gladyoya ku hilberîna zîhniyeta serdest ya mêre û çanda tecawîzê pêk tîne ji ber vê jinê hedef digire û got: “Jinên Kurd dike hedef. Komkujiyan pêk tînin. Li Parîsê bûyera herî şênber pêk hat. Hevala Sara, Rojbîn û Leyla ji ber vê hedef hatin girtin. Ji ber ku pergala serdest ya mêr, rastiya jinan a di PKK’ê de dîtibû. Îrade û hêza jina Kurd ya ku bi girêdana xwe ya jib o Serokatiyê jî dihatin zanîn, her roj didîtin. Ji ber vê hêzê kujer ji jinên Kurd ditirsin.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Heta azadiya Rêber Apo û Gelê Kurd pêk neyê wê têkoşîna me bidome. Di 9’ê çile de her sê hevalên me ji aliyê hêzên komploger ve hatin qetilkirin. Têkoşîna me dê ji bo ev kujer bên dîtin dê zêdetir be. Dê hemû jin ji bo tolhildanê hesab bipirse. Em niha di Pêvajoyeke gelek xesas de derbas dibin. Em wek mîlîtanên jinÊn azad diyar dikin ku em dê di vê pêvajoyê de rola xwe bilîzin. Di esasê de em 8’ê Adarê li hemû jinan û Serokatiya xwe pîroz dikin.”
ANF/BEHDÎNAN