
Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jin ya Kurdistanê (PAJK) Emîne Erciyes diyarkir ku, netew dewleta Kurd ya ku di demên dawî de li ser guftugo tê meşandin, wê şerê li Rojhilata Navîn kûrtir bike.
Endama Koordînasyona PAJK’ê Emîne Erciyes bûyerên di rojevê de û polîtîkaya AKP ya li dijî kurdan ji ANF´ê re nirxand. Ercîyes, ji bo sazkirina yekîtiya netewî bal kişand ser polîtîkayên hêzên desthilatdar yê li dijî gelê kurd.
Netew dewlet şer kûrtir dike
Emîne Erciyes, li ser avakirina netew dewleta Kurd ku di demên dawî de hîn zêde ketiye rojevê nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku di dîrokê de gelek netew dewlet hatine avakirin û dîsan xirap bûne. Erciyes di vê mijarê de wiha axivî:“Netew dewlet, xwediyê baweriyekî yek al, yek ziman û yek welate. Ev jî ne li gorî xwezaya civakê ye. Bi taybet ev yek li cihekî weke Rojhilata Navîn ku xwedî gelek çand û cografyayê ye, tê wateya kûrkirina şer. Netew dewleta Kurd ya ku bidestê hêzên derve were avakirin, bi armanca bêdengkirina gelê Kurde were avakirin. Lê ya herî girîng jî dixwazin bi avakirina netew dewletekî Kurd ya biçûk, gelê Kurd hîn zêde bidin çewisandin. Petrola ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn derdikeve, ji bo hêzên kapîtalîst weke xwîna Kurdan tê dîtin. Çawa ku ji bo jiyanê xwîn pêwîs be, bi vî rengî nêzî petrolê jî dibin. Dixwazin xwîna Kurdan wiha bimêjin. Her wiha netew dewlet berjewendiyên gelan naparêze. Netew dewleta ku ji bo Kurdan tê avakirin tenê dikare ji bo vê aloziyê xizmetê bike.”
Konferansa Netewî pêwîst e
Ercîyes li hemberî van planên li dijî gelê kurd girîngiya lidarxistine Konferansa Netewî destnîşan kir û anî ziman ku li dijî êrîşan dikare konferans weke helwesteke alternatîf rol bilîze. Ercîyes wiha dewam kir: „Pêwîste konferanseke ku hemû kurdan digire nava xwe pêk were. Konferanseke ku hemû çandên cûda, nûnerên olî yên cûda digire nava xwe divê were lidarxistin. Pêwîste ev konferans statuya siyasî, polîtîka, dîplomasiya Kurdan diyar bike û yeketiya gelê kurd ava bike û sînoran nasnake. Ji dewletên cûda bin jî, eger xwe weke kurd îfade bikin dikarin di vê konferansê de cîh bigirin. Yeketiya kurdan tenê dikare bi vî rengî pêk were.
Erciyes bal kişand ser 5 rêgezên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo yeketiya gelê Kurd anîbû ziman û girîngiya wan ya di yeketiya gelê Kurd de destnîşan kir.
Jin divê di yekîtiya netewî de rol bilîze
Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jin ya Kurdistanê Emîne Erciyes diyarkir ku, ji bo yeketiya netewî ya gelê Kurd pêk were, erk û rolên mezin dikevin ser milê jinên kurd jî û got; jin dikarin ji bo yeketiya gelê kurd, bêgûman, bê hesap xebat bikin û xwe rêxistin bikin.
Erciyes diyar kir ku di nava tevgera azadiyê de jin hêzekî dînamîkin û têkoşîna jinê û çalakiyên ku jin lidardixin AKP ditirsîne. Erciyes got: „Tişta ku AKP’ê hêrs dike, jina ku bi salane hatiye çewisandin û serê xwe daniye, niha rabûye serhildanê. Ji ber vê yekê li dijî jinê êrîşên li dijî ehlaqî pêk tên. Tevgera me çiqas mezin dibe, hêza jinê jî ew qas mezin dibe. Jina Kurd di hemû qadan de rolekî çalak dileyîze.”
Rakirina tecrîdê armanca sereke ye
Emîne Erciyes di hevpeyvînê de armancên PAJK’ê yên pêvajoya dawî anîn ziman û got; Armanca me ya destpêkê pûçkirina konsepta tecrîdê ya li ser Ocalan û gelê Kurd e, di vê mijarê de plan û amadekariyên me hene. Mehên biharê ji bo me mehên tekoşîn, bilindkirin û mezinkirina çalakiyan e. Armanca me ya destpêkê rakirina tecrîda li ser Rêbertiyê ye.”
Erciyes diyarkir ku, dewletê bi van êrîşên xwe yên li dijî gêrîlla û gel xwest lewazbûnekê çêbike û di biharê de li dijî tevgera kurd serdestiyê bidest bêxe, lê belê ev bendewariyên dewletê hemû pûç derketin. Erciyes anî ziman ku, dewleta Tirk tu caran gelê Kurd nasnekiriye û tu caran jî gelê Kurd li hemberî dewletê serê xwe netewandiye.
NÛJIYAN ERHAN - ANF/BEHDÎNAN