Ji serê salê heta niha li bakurê Kurdistanê şerê çekdarî sekinî ye. Sewa çareserkirina pirsgirêka Kurd bi navê ‘pêvajoya aştî û çareseriyê‘ di siyasetê de rûpelekî nû hatibû vekirin. Xelkê piştgiriyeke mezin da vê pêvajoyê. Ji destpêke heta niha hêla Kurd bi jidilî her gavên ku ji wan dihata payîn avêt û heman jidilî ji dewleta Tirk jî xwest. Lê hikûmeta AKP'ê heta niha tevahiya rojevê bi qaşo amadekariya paketên demokrasiyê ve dagirt û di heman demê de bi derewan bala xelkê kişand ser vekişîna gerîlayên Kurd û hejmara ên vekişî kir sedema gavneavêtinê...

Li hêla din, pêşketinên li Misir û li Suriyeyê jî di siyaseta li Tirkiyeyê de mîna mijarên sereke di rojevê de cih girtin. AKP'ê li Misirê piştgirî da Birayên Misilman û li Suriyeyê jî bona çûyîna Beşar Esad bi qêrîn û hewar dîplomasiyek pêşxist, lê li her du welatan jî li derveyî lîstikê hate hiştin û di siyaseta jinûve organîzekirina rejîmên Ereb de tesîra xwe gişt wenda kir. Îro Tirkiye li Rojhilata Navîn tenê bi rêveriya başûrê Kurdistanê re di nava têkiliyên normal de ye.
Di polîtîkaya Suriyeyê de rayedayên dewleta Tirk her çiqas bahsa çûyîna Beşar Esad bikin jî, ji destpêkê heta niha tevahiya enejiya xwe li ser tunekirina destketiyên Kurdan û bêstatûhiştinê xerc dike. Hikûmet li hindir bi derew û xapandinê sewa çareserkirina pirsgirêka Kurd tu gavan navêje û hêviya xelkê difetisîne, li Suriyeyê jî tevahiya hêza xwe bi çeqel û çeteyên xwe yên mîna El Qaîde û baskên wê ve li dijî Kurdên Rojavayî şerekî qilêr bi pêş dixe.
Yanî şerê ku li Bakur sekiniye, bi her qilêrî û dijwariya xwe îro li Rojava berdewam e. Hêza ku vî şerî bi pêş dixe jî dewleta Tirk bi xwe ye.
Ew çekdarên En-Nûsra û Dewleta Iraq-Şamê, ku wek baskên El Qaîdeyê ne, ji her çar hêlên cîhanê tên Tirkiyeyê û li wir di kampan de perwerdeya leşkerî dibînin, çek û lojîstîka xwe ji arteşa Tirk digirin, li Dîlok, Hatay, Kîlîs û li Rihayê planên êrîşê yên li dijî Kurdan çê dikin, askerên Tirk wana ji sînorê derbas dikin û car caran jî bi xwe gule li ser Kurdên Rojavayî dibarînin û wana dikujin, serokên wan çeteyan li Tirkiyeyê dimînin û ew bi xwe jî mîna berdevkên AKP'ê tehdît û heqaretê li Kurdan dikin…
Û pirr aşkere ye; ku eger Tirkiye alîkariyê nede wan, ew komên îslamîst nikanin tu şerî li dijî Kurdan bidin meşandin…
Cîhana qaşo demokrat û pêşketi jî bi bêdengmayîn û pêşîvekirinê xwe tevlî van êrîşên li dijî Kurdan dike. Ji her welatên Ewropayê, bi taybetî jî ji Almanya, Fransa, Belçîka, Holanda û welatên Skandînavyayê bi hezaran kes li ber çavên saziyên dewletan destê xwe ba dikin û diherin li Rojava û li dijî Kurdan şer dikin.
Tiştê herî balkêş jî; helwesta rêveberiya hikûmeta başûrê Kurdistanê salên 1990’an tînin bîra mirov. Wan salan jî xwe kiribûn hevkarê dewleta Tirk û bir Arteşa Tirk ve tevlî êrîşên li dijî gerîllayên Tevgera Azadiyê bûbûn. Mirov ditirse; gelo ew lîstikên bêxêr careke din rû didin? Rêveberiya Başûr îro jî barê birayên xwe yên Bakurî û Rojavayî li hember êrîşên dewleta Tirk û yên El Qaîdeyê girantir dikin û di van rojên dîrokî de destê wan bêhêz dikin. Di civandina Kongeraya Neteweyî de jî gorî xwesteka dewleta Tirk tevdigerin û bi xwegirankirinê yekîtiya neteweyî lewaztir dikin…
Şerê di navbera dewleta Tirk û Kurdan ê ku sih sal li Bakur dewam kir, îro li Rojava her berdewam e. Li hemberê vê yekê, ‘paketên demokrasiyê‘ jî sewa bêtevgerhiştina Kurdan tê bikaranîn. Wer xuya ye; ku tu paketên hikûmeta Tirk ji derdê Kurdan re derman nabe. Bona vê yekê jî divê Kurd bi Kurdistanî li meseleyê mêzekin; bi paketên xwe rojevê dagirin û wan bi xwe bixin jiyanê…