Li paytexta Elmanyayê Berlînê civîna gel hate lidarxistin û 4 gerîlayên pakrewan di civînê de hatin bibîranîn. Civîn li lokala Meclîsa Gel a Berlînê hate lidarxistin.

Hevseroka NAV-DEM’ê ya Berlînê, Melek Yûla di destpêkê de axivî. Ji xeynî malbatên şehîdan, ji gelek bajarên Kurdistanê bi sedan kes beşdarî bernameyê bûn.

Hevserok Yûla, bal kişand ser têkoşîna şehîdan û got, “Tekane rêya xwedîderketina li şehîdan, ked û hewldan e.”

Ji xeynî malbatên gerîlayên şehîd Rûbar Amed, Dilpak Faraşîn, Cotkar Kato û Mahîr Meletî, li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan, Gozê Çalkan jî axivî.

Şikandina tecrîdê kilît e

Parlamentera berê ya Amedê ya HDP’ê Sîbel Yîgîtalp jî tevlî civînê bû û bûerên dawî yên siyasî nirxandin. Yîgîtalp diyar kir ku bi saya şehîdan wan hin hişt bi dest xistine û di heman demê de polîtîkaya înkarê jî hatiye pûçkirin.

Yîgîtalp got ku, “Rêber Apo her dem digot, ‘Ez li vê derê muzakereyan dikim, lê hûn nesekinin, xebatên xwe bidomînin’. Me ev gotinên Rêber Apo baş fêm nekirin. Rêya derbaskirina vê pêvajoyê jî şikandina tecrîdê ye û beşdariya têkoşînê ye.

Nasir Mazak ê ku birayê Rûbar Amed e, qala birayê xwe kir û got, “Birayê min di qada şer de li ku derê peywireke dijwar hebû, xwest biçe wê derê. Li her çar aliyên Kurdistanê şer kir. Bila serê me, gelê Kurd û Kurdistanê sax be.”

Berdevka Komîsyona Malbatên Şehîdan Gozê Çalkan jî got, “Dema kurê min çû nav refan, min jê re got ‘Çiya dijwar in’. Kurê min got, ‘Ez kurê te me, xeman nexwe’. Ez ê heta dawiya emrê xwe pê serbilind bijîm.”

 

BERLÎN