Armanc Goşkar û Şayan Cûdî li bajarê Elmanyayê Dortmundê, şervanên Înternasyonalîst Baran Galîcîa û Kendal Breizh li bajarê Fransayê Montpellierê û Çekdar Anter jî li paytexta Belçîka Brukselê hatin bibîranîn.
Li Dortmundê, Meclîsa Jinê ya Rozerîn û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Şehîd Sûna Kizilkaya (Armanc Goşkar) û Şehîd Hevîle Îzer (Şayan Cûdî) bi bîr anîn.
Xizmên şehîdan û nûnera Tevgera Jinên Kurd li civîna bal kişandin ser girîngiya xwedîderketina li bibîranîn û têkoşîna şehîdan.
Piştî axaftinê, sînevîzyonek li ser jiyan û berxwedana Şayan Cûdî û Armanc Goşkar hate nîşandan.
Înternasyonalîstên Fransî
Li Montpellierê, şervanên înternasyonalîst Baran Galicia û Kendal Breizh ên 20’ê Sibata 2018’an li Rojava şehîd bûn, hatin bibîranîn.
Di civîna bibîranînê de daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG’ê hate xwendin û sînevîzyon hate nîşandan. Piştre şoreşgera înternasyonalîst Sara ku niha li Rojava têdikoşe, bi rêya telefonê ji beşdaran re axivî.
Gerîlayê HPG´ê Yilmaz Yalçin (Çekdar Anter) ê ku 1ê Sibatê şehîd bû li paytexta Belçîka Brukselê hate bibîranîn. Ji malbata Yalçin, Cîhan û Azîze Yalçin beşdarî bibîranînê bûn.
Piştî rêzgirtinê bi navê Komîteya Malbatên Şehîdan a Belçîkayê, Sûltan Ograş axivî û got, “Gelekî girîng e ku em xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin.”
Piştre sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna gerîlayê HPG’ê Yilmaz Yalçin hate nîşandan.
NAVENDA NÛÇEYAN