Li bajarê Fransayê Bordeauxê û li bajarê Elmanyayê Hannoverê, şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn.

Ahmet Gokalp (Rêber Varto) ku 10’ê Adara 2016’an li navçeya Amedê Sûrê di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bû û Atîlla Şahîn (Siyabend Gimgim) ê ku 14-15’ê Gulana 2016’an li Oremarê şehîd bû, li Bordeauxê hatin bibîranîn.

Tevî xizmên Şehîd Rêber Varto û Şehîd Siyabend Gimgim, gelek Kurdistanî beşdarî civîna bibîranînê bûn.

Di bîranînê de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û bi navê malbata şehîdî, axaftin hatin kirin. Qisekeran got, “Divê em xwedî li mîrate û têkoşîna şehîdan derkevin.”

Çalakiya bibîranînê bi gotina dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” qediya.

Şehîdên Gulanê li Hannoverê hatin bibîranîn. Nûnerê Komîsyona Şehîdan a Hannoverê li merasîmê axivî û got, “Divê em jî xwedî li xaka ku şehîdan bi xwîna xwe av daye, derkevin.”

Merasima bîranînê bi gotina dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

 

BORDEAUXE / HANNOVER