Li bajarê Awûstûrya Lînzê û li bajarên Almanya Lûdwîgshafen û Saarbruckenê, şervanên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.
Li bajarê Awûstûrya Lînzê, Navenda Civaka Demokratîk a Lînzê, şervanên YPG Mûhsîn Alî Mûhammed, Qedrî Sulêman, Îsam Elî Şiblî û Rênas Girkê Legê yên di korîdora navbera Kantona Cizîrê û Şengalê de ji ber teqîna mayîna çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.
Serdanên serxweşiyê ji aliyê xwişka Îsam Elî Şiblî ve hatin qebûlkirin û xwarin hat dayîn. Bîranîna ku gelek kes beşdar bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Zavayê Îsam Elî Şiblî di axaftina xwe ya li vê derê de diyar kir ku ew ê ji rêya cangoriyên têkoşîna azadiyê dernekevin û destnîşan kir ku têkoşîn wê dewam bike.

Lûdwîgshafen û Saarbrucken

Li bajarê Almanya Lûdwîgshafenê di merasîma bîranînê ya ji aliyê Navenda Civaka Kurd, MLKP û Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve hat organîzkirin de, gerîlayê HPG'ê Mûstafa Kûrt (Nûrhak Firat) ê li Şengalê jiyana xwe ji dest da û şervanê MLKP'ê Ogûz Sarûhan (Algan Zafîr) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, hatin bîranîn.
Axaftina vekirinê ya merasîma bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir ji aliyê nûnerê KOMAW'ê ve hat kirin. Nûnerê MLKP'ê jî bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî dijmin. Di merasîma ku Partîzan jî peyamek şand de, li ser navê malbata gerîlayê HPG'ê Mûstafa Kûrt Hecî Riha axivî.  Riha jiyana Kûrt vegot, behsa têkoşîna wî ya li nava refên azadiyê kir û destnîşan kir ku ew pê ser bilind in. Di bîranînê de sînevîzyonek li ser jiyana Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat nîşandan.
Bîranîn bi dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.
Li Saarbruckenê jî, şervanên MLKP'ê yên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. Ogûz Sarûhan bi nasnav Algan Zafîr ê di 30'ê Kanûna 2014'an de li Kobanê jiyana xwe jid est da, Sîbel Bûlût bi nasnav Sarya Ozgur/Eylem Denîz a di 12'ê Kanûna 2014'an de li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li Navenda Civaka Kurd a Saarlandê ve hatin bîranîn. Li dû de    qeyeke rêzgirtinê, axaftina destpêkê ji aliyê nûnerê MLKP'ê ve hat kirin.
Piştî axaftina nûnerên MLKP'ê nûnerê Navenda Civaka Kurd a Saarlandê peyivî û anî ziman ku MLKP mîna enternasyonalîstekî rast tevdigere. Merasîma bîranînê piştî nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.