
Gelê Kurd xwedî dîrokeke kokdar û kevnar e. Di pêkhatin, pêşkeftin, qewînkirin û arastekirina şaristaniya Mezopotamyayê de diyarker e. Kaniya şaristaniya Rojhilata Navîn û Rojava ye ku îro xwe xwediyê hemû pêşketin û nirxên hêja yên heyî dibîne. Lê belê di cîhana heyî de cih û jiyaneke li gorî xwe nedîtiye.
Çima?
Bersiva pirsê piralî û pirşat e. Lê em dikarin bibêjin ku bersiveke diyarker û bingehîn dê nenivîsandina nirxên xwe be. Nirx gava neyên nivîsandin, demekê bi şûn ve yên winda dibin, diçin yan jî kesên din lê xwedî derdikevin û dikin malê xwe. Ew jî rengekî windabûnê ye.
Sêsed sal beriya niha Ehmedê Xanî ev xeter dît û di berhema xwe ya bi navê “Mem û Zîn” de wisa bi qêrîn nivîsî:
“Da xelqî nebêjitin ku Ekrad
Bê merîfet in, bi esl û binyad
Enwa ê milel xudan kitêb in
Kurmancî tenê di bêhisêb in”
Îro dîroka gelê Kurd bi derketina Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê re ji nû ve tê nivîsandin. Bi berxwedan û têkoşîna Rêbertiya Stratejik, Tevgera Azadiya îro ketiya navenda siyaset û polîtîka cîhanê. Bêyi Tevgera Azadiyê li ber çav were girtin êdi li Rojhilata Navîn kevirek jî ji cihê xwe nayê rakirin. Ev sekn û bal kişandin bi hêsanî bi dest neket, bi berdêla giyana wan pakrewanan e ku li ber serê wan kevirek jî tune, dilê xwe spartina axa pîroz, bi dest ket.
Gelo dîroka “Pakrewanên Bênav” çiqasî hat nivîsandîn û bibîranîn? Gelo, qey divê Rêbertî yek bi yek navan bide ku xebatên bi wî rengî derkevin holê. Em dizanin ku bi sedan heval hene ku xwedî bîranînên binirx in. Bi hezaran dilsozên evîndarê azadiya gelê xwe, îro bêyî ku li pey xwe çîrokeke nivîsandî ya xwe ji nifşên îro re bihêlin da ku ev berxwedana bi rûmet di kîjan pêvajoyan re derbas bûye û gihiştiye vê astê, tev li refên şehîdan bûne. Rêhevalê me Abdullah Çelîk bi berhema xwe ya bi navê “Pakrewanên Bênav” ku Weşanxaneya Aramê weşandiye, zend û bendên xwe badane û xwe berdaye vê gola kûr û bêbinî. Her rûpelê berhema giranbuha “Pakrewanên Bênav” tê qulibandin giyanên gedayê ax û rûmeta gelê berxwedêr, serhilder bûne, rasterast li nav çavên mirov dinêrîn û dibêjîn “Ev vegotin ne honak in, rastiya berbiçav in û hay ji xwe hebin, bê ka hûn li ser çi ked û berdêlê rûniştine”
Hevalê Abdullah rûniştiye û civatê bibîranînên xwe yên dilên mirov bi şanaziyê radikin pêdarê û di heman demê de disotin, digerîne û hûr û kûr vedibêje: Û her vêdibêje di hiş û dilê xwe de “xwezî zimanê min jî li gorî dilê min bigeriyana da ku min a dilê xwe karibûya li gorî dilê xwe vegota” tu pênûs têrî vegotina giyanên Pakrewanên Azadiyê nake, çiqasî were vegotin jî dê aliyek kêm bimîne. Berbirsyariya wijdanî zor daye nivîskar hewl daye kêmek be jî deynê stûyê xwe bide. Niviskar jî ji doza Azadiyê 24 sal in ku girtî ye.
Her çendî bibîranîn li herêma Torê derbas bibin jî deriyê hemû herêmên Kurdistanê lê vekirîne. Tovê Azadiyê û ruhê berxwedêriyê çawa li bajarên wekî Kerboran û Nisêbînê hatine reşandin di vê berhemê de bi zelalî tê famkirin.
Qaçaxvanê berê û sibê serspî bi wêrekî û şervantiya xwe ya li pey xwe mîrateyeke bêhempa; lê bênivîs çawa hiştiye, bi çavekî ji nêz şopandî, hatiye vegotin. Bi tena serê xwe romaneke leheng a qirase ji jiyana vî şervanê Geverê dertê. Ji herema Torê dertê û li du xwe gelek serpêhatiyên navdar dihêle û ber bi tevahiya Kurdistanê ve diçe û li herema Serhedê tevlî stêrkên Azadiyê dibe.
Destana berxwedana çiyayê Bagokê di kesayeta jina leheng Aytan û fermandarê nemîr Delîl de radixe ber çavan. Jiyana welatparêz û dilxwazên mîna Apê Ehmed û Beşîr; Beşîrê ku bi Dêrsima daywanê re li hemberî dagirkerên stemkar heta dawiya jiyana xwe têkoşiyaye; ha ev tê vegotin. Kulîlkên Nisêbinê, Mele Mezîr Rustemê Rojava û jiyana Egidê berdilkê Apê Ehmed û jiyana gelek berxwedêrên li heremê tevlî karwanê rûmetê bûne, yek bi yek tê vegotin. Bêguman xiyanet û xwefirotina ketî jî cihê xwe di nava rûpelên berhemê de digire. Kurmê altaxiyê çawa di hundirê ketiyan de mezin bûye, hatiye aşkerekirin.
Herî dawî jî nivîskar bang li kesên xwedî bîranînên bi vî rengî dike ku ew jî dest biavêjin pênûsê û dibêje ku “ev bûyer û pakrewanên ku me nivîsandine ji hezar bûyer û pakrewanan hinek in. Lê di dil û hişê gelê xwe de cihekî mezîn digirin. Ji bo ku bibin dîrokeke niviskî me nivîsand… Bêguman di bilêvkirina van bûyeran de armanca min a esasî ev bû ku ez bi nêzîkatiya li hemberî wan cangoriyên me, yên ku min ew nas kiribûn berpirsyariya xwe ya wijdanî pêk bînim.”
RESUL ÇETÎN / Girtîgeha Tîpa E ya Muglayê