Hêzên YPG/YPJ’ê cenazeyên têkoşerên di berxwedana dibistana Serzorî de jiyana xwe ji destdayî bi merasîmekê veguhastin goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê.

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de êrîşî Kantona Kobanê kir, rastî berxwedaneke dîrokî ku mînakên wê di dîrokê de tune ne, ya şervanên YPG’ê û YPJ’ê hatin. Şervanên YPG’ê di dibistana gundê Serzorî de berxwedaneke mezin li dijî çekên giran ên çeteyên DAIŞ’ê dane meşandin.


Nasnameyên 11 pakrewanên Berxwedana Serzorî

Di 16’ê Îlona 2014’an de şervanên YPG’ê û YPJ’ê yên bi navên “Mehmûd Hesûn (Serxwebûn Xerîb), Hemze Seydo (Rodî Efrîn), Rehîme Welî (Berçem Cûdî), Şêx Henan (Rustem Cûdî), Ixlas Beko (Gulîstan Qendîl), Fewziye Xelîl (Mizgîn Cûdî), Sozdar Mihemed Qasim (Peyman Tolhildan), Fewziye Şahîn (Berfîn Çiya), Kanîwar Qolexsî (Bira Biror), Mustefa Îbrahîm (Ciwan Heval) û Bawer Efrîn” çalakiyeke fedayî bi tilîliyan li darxistin û ziyanên mezin bi çeteyan kirin. 

Piştî tilîliyan, berxwedêran bi durişmeyan got: “Li ser riya Bêrîtan û Şîlanan, em fedaiyên Kobanê ne û em gava xwe paşve neavêjin.” Cenazeyên van cangoriyan heta ku gund ji çeteyan hate rizgarkirin li wir man.


Merasîma fermî ji bo cangoriyan

Ji bo spartina axê ya cenazeyan hêzên YPG’ê û YPJ’ê bi amadebûna sedan welatiyên herêmê merasîmek li dar xist û cenaze veguhestin goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê.

Di merasîmê de hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asye Ebdullah, Fermandarê YPG’ê Cemîl Kobanê, Serokê Meclîsa Rêveber Enwer Muslim, nûnerên partî û saziyên herêmê û bi sedan welatî amade bûn.


´Şehîd bûn sembola berxwedana mirovahiyê´

Fermandarê YPG’ê Cemîl Kobanê di merasîmê de axivî û got: “Berxwedana dibistana Serzorî sembola berxwedana tevahiya mirovahiyê li ser riya azadiyê ye. Berxwedêrên Serzorî wateyeke nû dane berxwedan û fedekariyê û dê di dîroka Kobanê û berxwedana tevahiya mirovahiyê de wekî sembol bimînin. … Bi vê boneya ku em niha cenazeyên cangoriyên azadiyê vediguhêzin em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tevahiya gelê Kurd re dixwazin. Em soza xwe ya şopandina riya şehîdan heta pêkanîna armancên wan ducarî dikin.”


Agirê Şoreşa Rojava bi saya 15´ê Tebaxê ye 

Di merasîmê de Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD´ê Asye Ebdullah jî wiha axivî: “Berxwedana gelê Kurd a îro bi saya xwîna şehîdan e. Bi boneya 31’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê, em cejna vejînê li tevahiya gelê Kurd pîroz dikin. Bi saya 15’ê Tebaxê agirê şoreşa Rojava hate vêxistin.”

Hevseroka PYD´ê Asye Ebdullah di dewama axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, belgeyên şehadeta 11 cangoriyên azadiyê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên 11 cangoriyan di nava tilîliyên dayikan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê. 


ANHA/ KOBANÊ