Ken Loach xelatek wernegirtibe jî filma wî “Sorry We Missed You” behsa sîstema kapîtalizmê û jîyana mirovan dike, serketî bû. Derhêner Kleber Mendonça Filho û Juliano Dornelles jî bi filma xwe “Bacurau” behsa dagirkeriya erd û xwezaya gundiyan, û tekoşîna wan a li dijî serdestan dike.
ALÎ GULER / CANNES
Festîvala Filman a Navnetewî a Cannesê piştî bi 10 rojan pêr bi dawî bû. Îsal jî ji gelek welatên cihanê filmên cur bi cur hatin nîşandan. Lê di fêstîvalê de di nava gelek derhênerên navdar da filmê bi navê “Parasite (Parazît)” a derhênerê ji Koreya Başûr, Bong Joon-ho xelata Palmiya Zêrîn vegirt. Herdu birayên Dardenne jî wek derhênerên herî baş hatin hilbajartin.
72’yemîn Festîvala Filman a Cannesê di navbera 14 û 25´ê Gulanê de dewam kir. Bi dehan film di çarçoveya festîvalê de hatin nîşandan. Lê ji van 21 ji bo xelata mezin a festîvalê di pêşbirkê de bûn. Di festîvala îsal de filmên Ken Loach, Pedro Almodovar, Jean-Pierre Dardenne û Luc Dardenne derketin pêş.
Dengê jinan jî li Cannesê bilind bû. Bi giştî 28 filmên jînan hatin nîşandan û jinan li ser xaliça sor li dijî qedexekirina zarokjiberxwekirinê meşiyan û şermezar kirin. Jixwe, filmên bi naveroka xwe xurt jî îsal di bernemaya festîvalê de hebûn.
Loach û Trantino xelat wernegirtin
Mora filmên polîtik û cîvakî îsal diyar bû; mijarên li cihanê tên nîqaşkirin, dagirkeriya kapîtalîzmê ya li ser cîvakê, xizanî, parçebûna malbatan, têkiliya mirovan, koçberî, Îslama tundraw, întegrasyon û her weha.
Derhênerê navdar Ken Loach her çiqasî li Cannesê xelatek wernegirtibe jî filma wî “Sorry We Missed You (Li me negire, me tu bi cih hiştî)” behsa sîstema kapîtalizmê û jîyana mirovan dike, serketî bû. Her du birayên bi navê Jean-Pierre Dardenne û Luc Dardenne jî bi “Le jeune Ahmed (Ahmedê Ciwan)” behsa îslama tundraw û întegrasyona civakê dikin. Ladj Ly û filma wî “Les Misérables (Mirovên Hejar)” behsa kesên li dijî sîstemê dike. Derhêner Kleber Mendonça Filho û Juliano Dornelles jî bi filma xwe “Bacurau” behsa dagirkeriya erd û xwezaya gundiyan, û tekoşîna wan a li dijî serdestan dike.
Filma Quentin Tarantino a bi nave “Once Upon a Time… in Hollywood” ji Cannesê bê xelat vegeriya.
Parasite û jiyana du malbatan
Xelata mezin a festîvala îsal bû para derhêner Bong Joon–Ho yê ji Koreya Başur bi filma wî “Parasite”. Film bi rengê komediya reş, behsa trajediya du malbatan dike. Dewlemendî û xizanî, çandên cuda cuda heman filmê de tê nîşandan. Derhênêr bi berhema xwe dixwaze jiyana du malbatên xwedî sosyalîteyên cuda nîşanî temaşevanan bide. Film bi her awayî layiqê xelatê ye, çi di warê senaryoyê çi jî di ware derhênêriyê de gelek serketî ye.
Di 72’yemîn de Festîvala Filman a Cannesê de film û kesên din ê xelat wergirtine, ev in:
- Senyoya herî baş: bi filma “Portrait de la jeune fille en feu (Portraya ji agir a jina ciwan)” ji derhêner Celine Sciamma re.
- Xelata Teybet a Jurî: bi filma Les Miserables” ji derhêner Ladj Ly re û bi filma “Bacurau” ji derhênerên filmê Kleber Mendonça Filho û Juliano Dornelles re.
- Xelata Mezin a Festîvalê: bi filma “Atlantique” ji derhêner Mati Diop re.
- Derhêneriya herî baş: bi filmê “Le jeune Ahmed” ji her du birayên Belçîkî, Jean-Pierre Dardenne ve Luc Dardenne re.
- Aktora herî baş: bi rola xwe a filma “Little Joe” ji Emily Beecham re.
- Aktorê herîê baş: bi rola di filma “Douleur et gloire (Êş û serfirazî)” ji Antonio Banderas re.
- Kameraya Zêrin: ji derhênerê filma “Nuestras madres” Cesar Diaz re.