Li bajarê Elmanya Dortmûndê, ji bo xwedîderketina li berxwedanên xwerêveberiyê yên li Kurdistanê bi taybetî li Sûr, Cizîrê û Silopiyayê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyek hat lidarxistin.
Piştî rêzgirtinê, hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Dortmûndê Medenî Ak axivî. Ak diyar kir ku çeteyên xwedî mejiyê DAIŞ’ê yên AKP´ê û dîktatorê qesrê Erdogan, berpirsyarê komkujiyên li Kurdistanê ne. Ak bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Heta ku tecrîda li ser Rêberê me were rakirin, wê çalakiyên me bidomin.”
‘Ji Kurdistanê bicehimin’
Di mîtîngê de dirûşmên “Kujer Erdogan”, “AKP berpirsyar e ji xwîna dirije”, “Bijî berxwedana Sûrê”, “Bijî berxwedana Cizîrê”, “Lekerên TC ji Kurdistanê bicehimin”, “Erdogan kujerê zarokan e”, “Bijî xweserî” hatin gotin.
Li bajarê Elmanya Wûppetalê jî Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk meşek li dar xist û terora dewleta Tirk a li Kurdistanê şermezar kir.
Li ser banga NCDK ya li Wûppetralê, AGÎF, MLPD, ATÎK, BÎR-KAR û Meclîsa Jinê ya Viyan saet 14:00´an li ber Rathaûs a Barmenê girseya gel civiya. Girse bi gotina dirûşmên, “Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan”, “Kujer Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Bakurê Kurdistanê” heta bi meydana mîtîngê meşiya.
‘Em gel in, em PKK ne’
Di meşê de polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk hatin protestokirin. Girseya gel li ber stasyona trenê ya Oberbarmenê mîtîngek li dar xist.
Hevserokê NCDK ya li Wûppertalê Savi Azad li mîtîngê peyivî û got, “Bila dijminên me baş bizanin, ku planên wan wê ti carî bi ser nekevin. Ji ber ku em li ber xwe didin, em gel in, em PKK ne. Lewma em dibêjin ku em ê ti carî teslîmî wan nebin. Me bi şeş kesan dest pê kir, niha em bi mîlyonan in. Em roj bi roj mezin dibin, roj bi roj ber bi azadiyê ve dimeşin. Ev pêşdeçûna me wê Kurdistanê azad bike.”
Faşîzma Hitler û xeyala Erdogan
Kurdistaniyên li bajarê Fransa Creilê, ji bo şermezarkirina komkujiyan û silavkirina berxwedana xwerêveberiyan meş û mîtîngek li dar xist. Meşê bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyî li ber gara Creilê dest pê kir, li pêşiya Creîl Marchê bi dawî bû. Di meşê de bi gotina dirûşmeyan berxwedana li Amed, Sûr, Silopiya, Cizîr, Nisêbîn û Kerboranê hat silavkirin.
Di axaftina li ser navê NCDK´ê de hat ragihandin ku Erdogan hesreta xwe ya ji bo Elmanya Hîtler bi awayekî vekirî bi lêv kiriye û hat destnîşankirin ku Tirkiyeya di xeyala Erdogan de, welatekî faşîzan û dîktatoriya Hîtler e.
Berxwedan li Swêdê hat silavkirin
Partî û rêxistinên civaka sivîl ên Swêdî û Kurdistanî di rojên destpêkê yên sala 2016’an de çalakî li dar xistin û berxwedana xwerêveberiyên li Bakur silav kirin. Di çalakiyan de lenet li dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê hat anîn.
Li ser banga Partiya Çep a Swêdê, Partiya Edaletê, Sosyalîst, ji bo Entegrasyonê Jinên Kurd û NCDK li Goteborgê girseya gel duh saet di 14:00 de li Meydana Gota civiya. Girse ji vê derê bi hilgirtina pankarta bi nivîsa “Bijî xwerêveberiyên demokratîk” û “Ji Ocalan re azadî” ber bi Meydana Gûstaf Adolf ve meşiya.
Nûnerên Partiya Edaletê, Tevgera Goran û NCDK li Meydana Gûstaf Adolf axivîn. Qisekeran destek da berxwedana xwerêveberiyan û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Her wiha bang li hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê kirin da ku ji bo sekinandina komkujiyan bikevin dewrê.
NAVENDA NÛÇEYAN