Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) li bajarê Elmanyayê Mainzê panelek organîze kir. Panel li kampusa Zanîngeha Johannes-Gutenberg li hola Muschel N3 bi rê ve çû. Hevseroka KNK´ê Nilufer Koç û ji Partiya Çep (Die Linke) Murat Yilmaz beşdar bûn.
Ev panel jî di rêzeçalakyên bi navê Qutiya Kuklayên Enqereyê yên YXK û JXK´yê de pêk hat.
Koç di axaftina xwe de got, “Ji bo me pirsgirêka Tirk heye û bersiva wê ya Kurd heye.” Wê bi bîr xist ku têkilliyên Elmanya û Tirkiyeyê ji berê ve xwe disipêrin berjewendiyan û ji ber vê jî hem di warê siyasî û hem jî di warê burokratîk de wan hewl daye Kurdan bikin amûr.
Koç got, Kurd êdî di gelek waran de bûne aktor û biryarde jî û ji bo êrişên Tirkiyeyê yên dagirkeriyê jî got, “Hikûmeta Tirk di êrişên li dijî Rojava de bi ser neket, niha berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û hemû jî ji bo berjewendiyên dewletê tên kirin.
Endamê Partiya Çep Murat Yilmaz jî nexasim bal kişand ser bazarên qirêj ên li ser Efrînê. Wî wekî din got, çapemeniya Elman jî tevî ku Efrîn bû mijara minaqeşyean, ji aktor û aliyê meselê Rêveberiya Xweser hema hema hîç nedîtiye. Li gorî wî armanc ew e ku modela Rojava ji rêya giştî ya Elman bê veşartin.
MAINZ