Komxebata li ser dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê li Amûdê doh bi rê ve çû. Şahid û qisekeran îşaret bi binpêkirinên maf û qanûnan bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê kir û got, ya li Efrînê diqewime qirrkin e.

Şahidên ji Efrînê, di komcivîna navneteweyî ya der barê qirkirina etnîk û guhertina demografyaya Efrînê de diyar dikin ku dagirkeriya Tirkiyeyê hemû hovîtî û kiryarên qirêjî li dijî şêniyan pêk anîn, mal û milkên welatiyên Kurd talan kirin, her wiha hewl didin qirrkirina etnîk û guherandina demografyaya herêmê bibin serî.

Piştî ku rapora ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) der barê kiryarên dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê û hewldanên wê ji bo qirrkirina etnîk û guhertina demografyaya herêmê hat xwendin, şahidên ji Efrînê hovîtiya dagirkeran li Efrînê û zor û zehmetiyan ku rastî wan hatin, diyar kirin.

NRLS’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê sûcên şer û kiryarên terorê kirine. Li gorî raporê, li Efrînê 400 hezar koçberên Sûriyê bi cih kirin, zagonên navdewletî bi awayekî eşkere bin pê dikin û li beramberî vê, hêzên navneteweyî bê deng in. Raporê li ser armanca vê yekê jî got, “Bi vê yekê armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  ew e ku qirkirineke nîjadî pêk bînin û demografyaya Efrînê biguherin.”

Di raporê de hat wekî din hat gotin, “Heger kiryar û hovîtiya dagirkeran li Efrînê dewam bike Efrîn wê rastî guhertina demografîk (a mutleq) were.”

Dewleta Tirk dagirkereke qirrker e

Şahidên dagirkerî û sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker û terorîstên wê jî got, dewleta Tirk a dagirker bê ferq û cudatî di navbera zarok, jin û hêzên eskerî de hemû herêmên Efrînê topbaran û bombebaran kirine. Yekî ji şahidan destnîşan kir ku ew ji Cindirêsê derket, balafirên şer êrişî wan kir, di encama wê de birayê wî hate kuştin, çend endamên malbata wî jî birîndar bûn û ji bo dermankirinê ew rakirine Nexweşxaneya Avrînê ku bû hedefa dagirkeran.

Kurdî qedexe Tirkî ferz kir

Şahidan got, ew bi hêvî ne ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker were xwestin û dewletên herêmî li dijî qirrkirina etnîk helwêstê nîşan bidin.

Şahidan destnîşan kir ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li ser Efrîn û gundewarên wê û 58 roj ji berxwedana şêniyan gelek zarok şehîd bûn. Wan her wiha diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Kurdan ji malên wan derdixin û çeteyan di wan bi cih dikin, û wan zimanê Kurdî jî li Efrînê qedexe kiriye, û zimanên Erebî û Tirkî di dibistanan de ferz kirine.

Şahidan diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên Efrînê dîl digirin, êşkence li wan dikin, li beramberî serbestberdana wan, pereyan dixwazin û li beramberî hovîtî û kiryarên dagirkeran civaka navdewletî bê deng e.

Şahidan got piştî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî Efrînê bûn, tirsiyan ku êşa Şengalê li Efrînê dubare bibe, ji ber wê neçarî koçberiyê bûn, dagirkeran hemû mal û milkên wan dagir kirine.

Rêûresma Êzîdiyan bê şûnûwar kir

Xwendekarekî ji Efrînê jî destnîşan kir ku ew xwendekarê refa 5`an bû, dibistan û mala wî hate topbarankirin ji ber wê neçar man ku ji Efrînê derkevin û çeteyan hemû mal û milkên wan dagir kirine.

Jina bi navê Eyşa ya Êzîdî ya ji gundê Qebare jî destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundên wan talan kirin, cihên pêkanîna rêûresmên wan, hemû pîrozgehên Êzîdiyan şewitandin, darên wan qut kirin, xêr û bêrên Efrînê derxistin Tirkiyeyê. Wê got, îro jî ew rastî zilm û zorê tê, ji ber ku çete di mala wê de ne.

 

ANHA / QAMIŞLO

 
 

Em xwe disipêrin îradeya azad

 

Hevseroka Meclisa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif di komxebata li ser Efrînê de anî ziman ku polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser niştecihên Efrînê, gihiştine asta qirrkirina etnîk û diyar kir ku hêviya wan ji bo siberojeke azad û sîstemeke demokratîk xurt e.

Hediya Yûsif di peyama xwe de diyar kir ku dagirkerina Efrînê di encama lihevkirina navdewletî û herêmî de pêk hatiye, da ku hevsengiyên eskerî û siyasî di navbera xwe de ava bikin ku bi hevkariya Tirkiyeyê û li gel bêdengiya navdewletî serweriya rêjîma Sûriyê vegerîne û ji aliyekî din ve jî serweriya Rûsyayê ya siyasî li ser Sûriyê ferz bike.

Hediye Yûsif li ser kiryarên Tirkiyeyê jî got, “Gelek komkujî bi serê niştecihên resen ên Efrînê de anîn, binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyeyê digihîjin asta sûcên şer û qirrkirina etnîk, hemû qanûn û pîvanên navdewletî binpê dikin.

Ruxmî azarên li ser gelê Sûriyê û bi taybet gelê Efrînê, baweriya me bi siberojeke nû, gelekî azad û sîstemeke demokratîk heye, baweriya me xwe dispêre îradeya azad.”

 
 

Ya li Efrînê qirrkirin e

   

Profêsora dîroka nûjen û pispora karûbarên Îran, Tirkiye û dozên Rojhilata Navîn, Fereh Sabir di komxebata li Amûdê de diyar kir ku tişta ku li Efrînê bi destê dagirkeriya Tirk rû dide, jenosîd e û got: “Divê Erdogan li hemberî pîvanên navneteweyî rêzdar be”.

Fereh Sabir li ser hizra xwe ya qirrkirina bi destê dewleta Tirk wiha peyivî: “Ez dixwazim bibêjim ku niha tişta li Efrînê rû dide di warê çandî û ziman de jenosîd e.

Tirkiye dixwaze di Sûriya paşerojê de xwedî biryar be û bibe beşekî ji razemeniyên jinûve avakirina Sûriyê û ji ber vê yekê siyaseta xwe li ser herêmê ferz dike. Em dibînin ku Tirkiye bi rêya van êrişên xwe li dijî daxwazan derdikeve û siyaseta tirkkirinê ferz dike.”

Prof. Fereh Sabir got, armanca Tirkiyê ji têkliya xwe bi Waşintonê re ew e ku rêya hevkariya eskerî û siyasî ya Emerîkayê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li pêşiya gelên Bakurê Sûriyê bigire.

 
 

Rêya vegera welatiyên Efrînê

   

Li zanîngeha Viyenayê, Mamosteyê beşa zanistên siyasî, Thomas Schmidinger jî di komxebatê de bang li rojnamevanên serbixwe kir da ku destdirêjiyên Tirkiyeyê yên li Efrînê belge bikin û doza Efrînê veguherin dozeke navnetewyeî da ku artêşa Tirkiyeyê neçarî vekişandina ji Efrînê bibe. Li gorî wî ev dikare bike ku siyaseta qirrkirinê ku li xelkê Efrînê, li dîrok û çanda wan tê kirin jî bê rawestandin û rêya vegera welatiyên Efrînê vebe.