Her wiha hat gotin ku hêzên rejîmê li Helebê êrîşê navenda çeteyan kiriye û di emcamê de 7 çete hatine kuştin. Ji hêla din ve hat diyarkirin ku piştî bajarê Til Koçer ji çeteyan hat azadkirin, Asayîşa Til Koçer jî hat avakirin û dest bi xebatên xwe kir. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di çarçoveya operasyona şoreşgerî de li dijî çeteyên li gundê Bîrkino ya Girê Spî çalakiyek lidarxist. Di encama çalakiyê de 16 çeteyên El Nusra hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Li taxa Şêx Xudir a bajarê Helebê rêjîma Baas bendeke kontrolê ya çeteyên El Nusra topbaran kir. Di encamê de 7 çete hatin kuştin. 

ANHA/DÊRIK




Hêza asayişa Til Koçer ava bû

Piştî ku şervanên YPG/YPJ’ê di 26’ê cotmeha 2013’an de bajarê Til Koçer ji çeteyên DAIŞ‘ê azad kirin, mayin û teqemeniyên li herêmê jî hatin paqijkirin. Komîteyên Xizmetê jî ji bo çêkirina îstasyona certabê ku ji aliyê çeteyan ve hatibû xirbkirin dest bi xebatê kir. Piştî van xebatan hêza Asayîşa bajarê Til Koçer jî hat avakirin. Hêzên Asyîşa dê bi armanca parastina aramî û ewlehiya welatiyan kar û xebatên xwe li bajêr birêve bibe. Endamên Asayîşa Til Koçer li ketin û derketina bajêr bendên kontrolê danî û parastina bajêr dikin. Endamê Asayîşa Til Koçer Ekrem Kafê da zanîn û hêzên wan dê bi şev û roj parastina bajêr bikin. Çav li rê ye ku di rojên pêş de welatiyên bajara Til Koçer vegerin malên xwe. 

TIL KOÇER