
Muhsîn Osman yek ji kesayetiyên başûrê Kurdistanê ye ku him di aliyê rewşenbîrî û him jî di warê siyasî de jî xwediyê cihekî birêz e. Osman di ev serdema dawî ya parlamena Iraqê de ji lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ê beşdarî li nav siyaseta aktîf kir. Di Komîsyona Koçberan de cih digire. Herçiqas wek rêxistin bi aliyekî ve girêdana wî hebe jî, ew piranî xwediyê nêrîneke azad e. Me derbarê beşdariya wî ya parlamena Iraqê, rewşa başûrê Kurdistanê û pergala Iraqê, bi giştî geşedanên dawiyê de bi birêz Osman re gotûbêjekê li dar xist.
Ji qadên rewşenbîrî beşdariya we ya nav cîhana siyaseta aktîf ji nişkeve çêbû. Gelo çima siyaset?
Rewşa me ya Başûr wisa dixwaze, ji ber ku şoreşên civakî nehatine kirin, pêşmerge di van 20 salan de ji çiyan hatine xwarê. Ezmûn û tecrûbeya wan di meseleya îdare û dîplomasiyê de gelekî lawaz bû. Ji ber hindê piraniya nivîskar û rewşenbîrên Başûr cihên xwe di nav partiyan de dîtin. Yekem ji bo alîkariya şoreşê û ya duyem jî siyaset bi xwe re dengê bilindtir tîne. Li Rojhilata Navîn bi rêka siyasetê û partiyan ve mirov dikare dengê xwe bigîhîne gel. Hem ji bo dostan û hem jî ji bo dijminan ev wisa ye. Rewşenbîr û kesên mêjî vekirî dikarin ku karên temendirêj û sûdewer bikin.
Xwesteka we bû an...?
Pêşniyaz ji aliyê birêz Herêm Kemal Axa ve hate kirin. Ji lîsta YNK'ê li herêma Behdînan, ji nav bîst kesan tenê ez hatim hilbijartin. Ji vî karî dahateke baş tê û ez alîkariyeke gelekî baş li yên hewcedar dikim. Brecht dibêje; "Nanekî û şanoyekê bide min ezê gelekî bextewer bidim te." Niha ez hem di nav lijneya rewşenbîrî de me, li ser navê parlamena Bexdayê hem jî di Komîsyona Koçberan de kar dikim. Wisa jî li vir (Berlîn) jî dikarin karekî baş di navbera Berlîn û Bexdayê de bikin. Ev dikare ji bo Berlin, Kurdistan û Iraqê jî pir baş bibe. Niha parlament ji bo min cîgeheke wisa ye ku ez bêhtir dikarim xelkê bibînim û xelk jî bêhtir dikare min bibîne.
Derbarê pergala Iraqê û ya Kurdistanê de hun çi difikirin? Pergalen çawa ne?
Sîstema parlamenan di sê qonaxan re derbas bûne; a yekê Amerîka û Swîsre ye, ya duyê li Amerîkaya Latîn e, li wan deran diktator ketine, ya sê yê jî wek Bosna Hersek, başûrê Sûdan û Iraqê ye, li van welatan ne diyar e ka wê siberoj çawa bibe. Man û nemana wan girûdayî bi eqleke siyasî ve ye. Çarenûs girêdayî bi eqleke siyasi û demokrasiyê ve ye. Demokratiya hemaheng an jî pergalên ku gelek netewe di nav de dijîn, ev jî Kurd, Ereb, Êzîdî, Mesihî, Cihû, TİrkmEn, Sunnî, Şiî û hwd in. Li parlamena Iraqê ji bo Şiiyan 181 kursî hene. Sûnî 73, Kurd jî 66 kursî hene. Yek ji wan bi tenê nikarin hikum bikin. Bexda bê Kurd nabe, bê Sunî û Şiî jî nabe. Şiî gelek fişar li ser Sûniyan kir û di encamê de DAÎŞ peyda bû. Li gor destûra Iraqê, di encama referandumê de her parêzgeha ku nîv ji sedî deng bigire dikare ji xwe re federaliyê çêke. Mesihî û Êzîdî jî dikarin bi baweriya xwe, bi zarava û lehçeyên xwe bijîn û bixwînin. Destûr bê pirsgirêk e. Lê bikaranina wan girîng e.
Di parvekirina pergalê ango karbeşiya rêveberiyê de çi di destê Kurdan de heye?
Serokê Iraqê Kurd e, cîgirê parlamanî yê duyem Kurd e. Cîgirê serokwezîr Kurd e. Cîgirê serokê leşkerî Kurd e. Du dewrên berê wezîrê derve yê Iraqê Kurd bû. Wezareta darayî Kurd e, Kurd li gelek ciyên bilind hene. Kurd petrola xwe difroşin, pêşmerge yên wan e, çek yên wan e. Gumruk û wd jî hene. Di gelek waran de ji federaliyê jî pêşdetir e. Firotina neftê, pêşwazîkirina mêvanên dîplomatîk yên ji derve û gelek xalên din ji derveyê federaliyê ne. Di gelek xalan de wek dewleteke serbixwe tevdigere, lê di rewşa Iraqê ya îro de nikarin dengê xwe bikin. Ji sala 1921'ê heta 2003'yan Sunî desilatdar bûn. Piştî 2003'êyan heta niha Şiî desilatdar in. Bi nêrîna min ji bo Kurdan baştir e ku li aliyê Şiî be, ji ber ku Suniyan hemû xerabiyan li dijî me bikarînane, ji enfalan bigir heta kîmyayan. Di dîrokê de jî gelek derbe ji Suniyn hatine. Siberoja Iaqê jî bi destê Şiiyan tê birêvebirin, divêt hevkariya bi Şiiyan re jî biceribînin.
Rewşa Kerkûkê çima wisa nîvmirî hate hiştin?
Ji Şengalê bigire heta Îranê. Sê gav hene ji bo çareseriya Kerkûkê: Asayîbûna rewşê; Serjimêrî bê kirin.;Referandum: eger piranî bêjin em dixwazin li ser herêma Kurdistanê bin, wê demê çareser dibe. Ji derveyê destûr û qanûnan jî ji sala 2003'an heta niha Kurd desthilat in. Hemû berpirsên saziyên dewletî Kurd in. Bajarekî Kurdan e, lê fermî bi Iraqê ve girêdayî ye.
Çima çareser nabe?
Li gorî destûra Iraqê di madeyekê de dibêje 31'ê meha 12'an sala 2007'an gereke pirsgirêk çareser bibe. Pirsgirêkên di navbera Kurdan de, Sunî û Şiiyan de û destê Tirkan jî tê de ye. Îro gelek cih di destên Kurdan de ye ku di dîrokê de jî neketiye destê Kurdan. Niha her tişt di destê Kurdan de ye û ew mihtacê Kurdan in. Hatina DAÎŞ ev derfet derxist, Ereb neçar in li gel me li hev bên.
Li Başûr Kurd çi ji hev dixwazin, çi ne ev pirsgirêk?
Wek tê zanîn ji aliyê jeo-polîtîk ve jî YNK nêzîkê Îranê ye û PDK nêzîkê Tirkiyeyê ye. YNK li ser xeta Şiî û PDK jî li ser xeta Sunî bi rê ve diçe. Di navbera Kurdan de gotareke cidî ya hevgirtî nîne. Yên dijber bi me dizanin. Ev jî sedemek e; piştî 10'ê meha 6'an ew dever bi awayekî de facto kete destê me.
Di qada navneteweyî de statûya Başûr çawa ye?
Bi awayekî fermî Kurdistan jî parçeyek ji Iraqê dizanin, li piraniya herêmên dinyayê nûnertiya hikûmeta herêmê heye. Ev fermî ye û têkilî jî fermî ye. Li tevahiya Evropa û Amerîka jî wisa ye. Niha çekdayîn jî ev e. Kurdistan wek dewlet e, fermî bi Iraqê ve girêdayî ye. Kurd hemû saziyên xwe bi xwe bi rê ve dibin. Zimanê Kurdî li her derê fermî ye. Li her derê iraqê. Li ser pasaport û pere jî Kurdî heye û divêt li her derê iraqê li gel Erebî Kurdî jî hebe. Li Besrayê jî Kurdî fermî ye. Li parlamanê jî Kurdî heye.
Tu li parlamanê bi kîjan zimanê diaxivî?
Ez bi Erebî diaxivim, lê hinde caran bi Kurdî jî diaxivim, mebest ew e ku tu daxwaza xwe bigîhînî yên hember. Bikaranîna Erebî jî ne kêmanî ye, gelek sûdên wê jî hene. Zimanzanîn û axaftin dibe ku zimanê dostan jî be û yê dijminan jî be her bi feyde ye.
Li Başûr dem bi dem babeta serxwebûnê tê rojevê, li gorî we di navbera têgînên serxwebûn azadiyê de çi têkilî hene?
Ji dewletê qesta me çi ye? Eger mebest dewletên Erebî be, di nav Ereban de çu car dewlet çênebûye; emîr û siltan hene. Dewlet, bajar divê, bajar dem û dezgeh divên, hêz, pere, eqil û dîplomasî divê. Dewlet ji kerb û hêrsan çênabe, bi eqlî çêdibe. Niha di navbera Kurdan de dîwarê heyî, li Ewropa jî li ber çavan e. Niha eger dewleteke wek Kuweyt be bila hîç nebe, weke Suudî jî her wisa e. Çima bihara Erebî li wan deran çêbû. Li wan deran pergal nakeve dewlet dikeve. Dewlet ji kerban çênabe, tu ji malîkî re bêjî ez ture bûme, ezê dewletê ragihînim, ev nabe dewlet çêkirin. Dewlet mafê te ye, tu bi çi awayî bi kar tînî, tu dizanî. Eger tu eqlê dewletê çêkî dewlet bi xwe çêdibe. Mafê Kurdan jî weku hemû gelên dinyayê heye ku xwedî dewlet be. Bes em ne amade ne ji dewletê re. Rastî reş û spî tenê nîne, rengên din jî hene, civaka me li ku ye. Ev girîng e.
Çi kêmanî hene?
Bajar nîne, dem û dezgeh nînin. Têkiliya di navbera dem û dezgehan de nîne, kargeh bi eqlê koçerî dewam dike. Maks Pieper dibêje; "Kengê ku ciyê Xwedê û dewletê diyar bû medeniyet çêbû." Medeniyet ji medîneyê tê ew jî bajar e, şar û şaristanî ye. Beriya her tiştî şoreşeke civakî divêt. Me heta niha ciyê xwedê, mizgeft ê dewletê diyar nekiriye ku sazîbûna me jî çêbe.
Li gorî we ji bo van pêşketinan çiqas dem pêwist e?
Guherîna miletan ne bi demê ve girêdayî ye. Beriya 1200 salan li Almanya herf nebûn, li Misr û Mezopotanya şaristanî hebûn, ronakbîrên me divêt ronesansê çêkin. Bê pêşketina civakê nabin. Pirse ku Endonezya çima pêşket û Misir pêşneket. Li Ewropa jî reform çêbûn. Divêt eqlê Kurdî derbixine holê. Hizra Kurdî heye gelo? Mala hizir pêwist e; mala hizir ya Ebbasiyan, weke ya Talîs a yunaniyan. Mirovên hişmend û hişeke azad divêt.
Li aliyê din red-î dewlet jî di rojeva Kurdan de ye, li gorî we bêdewletbûn çi ye?
Feylesof Makluhan dinya wek gundekî bi nav kir, esman bûye yek, Li Ewropa sinor nemaye, pare bûye yek. Çima rojava kanton çêkir? Modela Swîsra kirin mînak. Paqijtirîn pergala li dinê ye, sê netewe ne. Li wir jî sê pêkhatî hene, sê ziman, çand û gel in. Ereb pêtir ji 200 milyonan in û 23 dewlet in, lê hesaba ji bo Îsraîl tê kirin ji bo tevahiya Ereban nayê kirin. Te cografyayek heye û te got ev dewlet e, têrî nake. Hz. Îsa dibêje her ciyê ku nan û ewlehî lê hebe welatê te ye. Kurd li Tirkiyeyê beşeke rastîn a dewletê bin baştir e ku dewleteke serbixwe ya lawaz bin. Kurd hev qebûl bikin, li çanda xwe xwedî derkevin û pêşbikevin wê demê dibin dewlet, kes nizane ka pêş de wê çi biqewime. Li Bakur ferqa Tirk û Kurdan ji hev nîne. Gelek dewletên dinê bê şer ji hev du cuda bûne. Niha xewna Kurdan dewlet e, lê eger dewleteke lawaz çêbe wê ew xewn jî nemîne. Ew dewlet û împaratoriyên dîrokî niha nînin, îro dewlet nayê hesabê tu kes nizane 20 salên din wê rewş çawa be, merc têne guherîn. Belkî ev dewlet bi xwe parçe bibin, Tirkiye, Îran û wd. Divêt amadebûn hebin.. Pirsa bingehîn jî ev e ku heta niha me xewna dewletê hebû, eger dewleteke xerab û lawaz çêbe êdî xewneke me ya wisa jî namîne.
Dewlet ewlekarî ye lê Iraq jî dewlet e. Mûsil sê saetan de teslîm bû Şengal jî dewleta başûr bû û wisa teslîm bû..
Li gorî dîtina min li Rojhelata Navîn ji bilî Tirkiye û îranê dewlet çênebûne. Amadekariya Iraqê û Kurdan jî ji bo vê nebûye. Mixabin ev çêbûn. Siyaset ew huner e ku tu dikarî bikî, wekî din xeyalên şaîran in. Ev ne tiştekî xerab e, li gel edeb û çandê baş e, lê siyaset babeteke din e. 6 - 7 milyon insan li benda te ne, ewlekarî, nan û xwedankirin divêt, ewlekarî divêt, parastin divêt. Eger ev nebe nabe ye. Bi gotinan nabe, hezar gotin qurbana yek kiryarî be.
Hatina DAÎŞ ne ji nişkeve bû. Di dinyayê de tevger yan neteweyî, çînayetî ne û yan jî olî ne. Wek meseleya Qaîde. Ensar el îslam. Ev bi dehan salan e heye. Alîkariya eniya sunne Saudî, û welatên kendavê. Belkî Îsraîl jî di nav de be. Warekî stratejîk e, petrol heye. Teror li wir hate komkirin. Çima dewleta iraq û şamê çima ne Qudis. Şarezayên Seddamî di nav de ne. Zilma Malîkî ji we lê kir ku hawara xwe bigîhinin her hêlekê. Pêşmerge pîroz bû, lê xeyalî bû. Li wir namûsa me çû. Şingal tişteke dine Koban tişteke din e, aliyek ketin e aliyek jî rabûn e. Li başûr têgihiştina xelkî ji bo PKK ê YPG ê hate guherîn. Em giliyê li DAÎŞ nakin. Em çi dikin, me çi xwendin hene?
Şêrko Fettah di romana xwe de dibêje me pêdivî bi pêxemberekî heye ku ji bo me pêşbînî hebe. Eger me bi xwe nebe çi bikim ji flozofên Alman. YPG û PYD jî dikarîbûn amadekariyên xwe bikin beriya ku mesele bigihîje vê astê...
Ew amadekarî tim hebûn...
Belê hebûn lê wê demê çûn û hatin hêsantir bû, rewş ne hinde zext bû...Beriya trajedî biqewime em hawarî nakin. Divêt Kurd xwe amade bikin, dijmin her tişt, her çek bi kar aniye. Kobanê ji bo hemû cîhanê aşkere kir ku bawerî çekê herî mezin ê dinê ye. Wan keç û xortan îspat kirin ku Kobanê nimûneyeke geş a cîhanê ye, serberzî ye. Êdî tu miletên dinê bêyî Kobanê nikarin behsa şoreşê bikin. Niha Kobanê û Şingal nakevine heman mêzînê, Kobanê Amerîka anî ber derî, gelek dewletên dinê ji me zanyariyan werdigirin, ew lîsteyên reş jî wê di encama Kobanê de bêne çirandin û avêtin. Kuştinan bide alîkî Kurd gelek bi ser ketin. Dinya piştgirî dike. Kobanê bû babeta hesûdiyê, dîroka mirovayetiyê. Bawerî çeka herî mezin a dinyayê ye. Kobanê bû mîlada Kurdan beriya Kobanê û piştî Kobanê, niha kes dilê xwe bi me naşewitîne hesûdiyan dikin. Kobanê dişibînine Viana, Madrîd û Stalîngrad... Lê ji Viyana û Stalîngrad mezintir e, sovyet dewlet bû nîvê dinyayê alîkarên wan bû. Li Kobanê hevpeyman nîne, dewlet nîne. Kobanê mijareke din e, ew divêt bi salan bê lêkolînkirin da ku kûrahiya wê bê têgihiştin..
Têkiliya DAÎŞ û Îslamê heye?
Ez dibêjim heye, berdewamiya Îslamê ne. Enfal, şer û gaz û kîmya jî her ew in. Di dema xîlafetê de jî ev hebûn. Dinya ne ev dinya bû, nedihate zanîn. Helebçe bi foto gihişte dinê. 91 bi riya video. Dinya guheriye. Ew ji derveyê tekstên olî derneketine. Serbirîn, jinfirotin, mêrfirotin, talan kirin ev tev de hene. Aliyekî girîng a dîroka îslamê tundî ye.
Xelîfe çar bûn sisê ji wan hatine kuştin. Osman, Elî û Omer... Siltanên Emewî û Ebbasî ji sedî 70 yê wan hatine kuştin. Çima niha bûye teror? Ji ber ku reform nebûye. Eger mirov ji pirsyaran re nebin bersiv wê demê hêz û şîdet derdikeve holê. Emîn û Memun bira bûn yekudû kuştin, kafiran Elî û Omer nekuştin misilmanan ew kuştin.
Çare çi ye?
Îdeolojî lazim e; neteweyetî, olî û çînayetî...Tirk ji Mongolya bên, Ereb ji deştê û ji xwe re Împaratorî çêkin, lê Kurd wiha bimînin. Niha marksîzim girîng e, divê em jê sûdê wergirin, bila me îslama Kurdî jî hebe. Roja înê bi milyonan xelk diçine mizgeftê. Ev derfeteke mezin e, tu bername û TV nikarin hinde xwe bigînine gel û girseyê. Xwendina me ya cidî ji bo îslama Kurdî nebûye. Divê em îslam nekin dijminên xwe xeteke din deynin. Ji bo çepgirî jî xwendineke din. Mekke û Medîne şer jî hene û aştî jî hene. Li Bakur binêre, Batman bajar bûye navenda wan, tişt bi zor nabe, dem hene. Dijmin çawa ol bi kar tîne? Îxwanên misilman xwendineke din dane îslamê ev rêxistin tev de ji wir tên. Çima wek Kurd em ji Sohreverdî, ji Seleheddîn ku Kurd in sûdê wernagirîn. Tu baweriyên şaş û rast nînin, xwedndina wan heye. Bila me jî partiyên îslamî hebin, bila bihêztir bin. Marks dibêje ol afyon e, ma em çi bikin? Beşeke ji çanda me ye. Yên diçine mizgeftê bêtir in ji yên sekûler. Ev kêmasiyeke rewşenbîrên Kurd e. Mele Krêkar niha bi DAÎŞ re kar dike, şaşiya me jî heye. Eger kes nebin heval bila nebin dijmin jî. Eger mela gotareke hevbeş hebe bandoreke mezin dike.
Li Şingalê hebûna 6 hezar pêşmergeyan rast e?
Hejmareke diyar di dest de nîne, lê gelek bûn. Beriya wê jî divêt wezîrê pêşmerge dest ji karê xwe berdaba. Heta niha gotinekê jî nekiriye. Karê pêşmerge û wezîr çi ye ev karesat bi serê gel de tê. Ew ne weke temaşevan jî bû, ne deng û ne jî rengê wî xuya bû.
Pergal çawa dimeşe, hesabpirsîn nîne?
Li Iraqê heye, ev hesab tê pirsîn, li Kurdistanê ev nîne. Tu wezîr î û tu yek peyv jî nakî. Wê di wijdana mirovantiyê de hesab bidin.
Gotûbêjên dijwar li ser rewşa Êzîdiyan çêdibin?
Miletên ku ji serpêhatiyên xwe dersê wernegirin, êdî gunehên wan e. Ê ku nezane duh çi çêbûye ew her zarok e. Em naxwînin, lêkolîn nakin, her tiştên me dilînî ye, ew jî şer peyda dike. Eql dîplomasiyê peyda dike. Baş e vê carê gunehê partiyekê bû ma yên berê? Niha li Bexda, li Ewropa herkes dibêje pêşmerge şer nekir, Kurdan şer nekir. Divêt kesên gunehbar baca xwe bidin. Ji bo êzîdiyan otonomek lazim e, divêt pêşmerge êzdî bin, divêt rêkxistî bin, eger ev hebin çek peyda dibin. Gava karsatek biqewime dikarin çend rojan şer bikin heta jin û zarok xwe xelas bikin. Ez otonomek di nav federaliya Kurdistanê de baş dibînim.
Rojava, Şengal û helwesta rewşenbîran
Derbarê rewşa Şengalê, kareseta Êzîdiyan de herwisa ambargo hatin danîn li ser Rojava nerazîbûneke tund ji aliyên rewşenbîrî û siyasî yên Başûr derneket...
Têgeha hikûmetê nîne. Li ser partiyan kar tê kirin. Partî nêzîkê Tirkiyeyê ye, YNK Îran e. Reftarên partî (PDK) li gorî Tirkan bû, Tirk li dijî Kobanê bûn, partî jî wisa bû. Tirk çawa xwestibana wê jî wisa dikir. Cografyaya kesk (YNK) pêtir nêzîkê Kobanê bû. Ji hêla rewşenbîrî, medya û siyasetê de jî ev wiha bû. Heta xwepêşandan jî wisa bûn, yên li Silêmaniyê çêbûn, li Hewlêr û Duhokê çênebûn, eger çêbibe jî ji derveyê însîyatîfa rêxistinan e. Gava di navbera partiyan de şer derdikeve rewşenbîr çi dikin? Yên nêzîkê PKK ê dikarin gotinekê bikin, yan yên YNK û PDK ê ev hema bêje bi giştî wekhev in. Mirov têkilî li gel dewletên cîran çêdike, nabe dardestên wan. Lêdana xendekê, girtina deriyê Sêmalka xwestekên Tirkiyeyê bûn. Di şer de hêz û psîkolojî hene; ew serhildan û xwepêşandanên li cîhanê moraleke mezin da xelkê Kobanê. Mixabin cografyaya zer (PDK) yan nekir yan jî pir hindik kir.
Bes ji parlamana Başûr jî helwesteke aşkere derneket?
Di meha tîrmehê de 70 parlamenterên YNK ê daxwaz kirin ku serdana Kobanê bête kirin û têkilîya Rojava sazbikin. Lê di encam de nehate qebûlkirin. Goran û PDK nêzîk nebûn.
Efsane bûn rastî
Gava babet dibe Şingal û Kobanê çi di hizra te de zindî dibe?
Ji bilî xisaran ku namûsa me çû. Destkeftinên me yên mezin ev in ku PKK ê gelek sûd wergirt. YNK jî pêşdeçû, lê PDK û îslama Tirkiye ya siyasî xisirîn. Heta niha efsane bûn, niha rastî ne. Di dîroka partiyên Kurd de tenê PKK ê û YNK ê karîne lehengan biafirînin. Mamê Rîş, Cebar Ferman, Kosret. Mazlum Dogan, Egît, Zîlan û bi sedan...di nav PDK ê de ev nîne. 17 serkirdên YNK ê şehîd bûne. 1700 kes di zindanan de hatine îdamkirin, heta niha YNK 30 hezar şehîd hene. Niha jî nîveka serkirdeya YNK ê di nav şer de ne, eger yên PDK ê jî li Şingalê bûna ev trajedî çênedibû.
YEKO ARDIL/BERLIN