Malpera Diyarname.comê nûçeya lîsteya pirtûkên Kurdî (kurmancî-kirmanckî) yên sala 2019´an hatine weşandin, amade kir. Li gorî lîsteyê 252 pirtûkên nû ji aliyê 25 weşanxaneyan ve li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatine derxistin. Yanî li gorî par ji sedî 10 hejmara pirtûkên hatine weşandin, zêde bûye.

Di lîsteyê de hewl dabin kitêbên berê ji weşanxanyên din derçûne, nedin jî, wan ji nû ve çapkirina romanên Newaf Mîro nedîtiye û ew jî jimartine. Axir li gorî lîsteyê J&J´yî sala 2019´an 48 kitêb weşandine û weşanxaneya herî zêde kitêbên Kurdî weşandî ew e. Piştî wê Sîtav tê û wê jî par 43 kitêbên bi Kurdî weşandine.

Kitêbên bi Kirmanckî

Weşanên Roşna û Vate du weşanxane ne ku bi Kirmanckî (zazakî) weşana xwe didomînin. Roşnayê 10 kirtûk, Vateyê 4 kitêbên nû pêşkêşî xwendevanên Kirmanckî kirine. Ji bilî van di nav weşanxaneyên din de çend kitêbên bi Kirmanckî hene.

Par jî di nava kitêbên weşandî de di rêza yekê de helbest hebûn; tam 67 kitêb; 45 roman û 36 çîrok piştî helbestê tên.

Sala 2019´an tiştekî nû jî zêdebûna ferhengan bû; 7 “ferheng“an di nav lîsteya kitêbên 2019´ê de cihê xwe girtiye.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN