Piştî ku Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê banga seferberiyê û destekdayîna YPG/YPJ’ê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li welatiyan kir, bi dehan welatiyên bajarê Qamişlo bersiva vê bangê dan û berê xwe dan çeperên şer ên bajarê Serêkaniyê.

welatiyê bi navê Ebdilhelîm (35)  diyar kir ku ew ji bo piştgiriya şervanên YPG/YPJ’ê di şerê li dijî çeteyan de û parastina axa Rojavayê Kurdistanê di vê pêvajoya hestyar de, bi hevalên xwe re berê xwe daye bajarê Serêkaniyê.

Welatiyê bi navê Nûrî kenan (54 ) jî got ku şervanên YPG/YPJ’ê hêza xwe ji gelê xwe yê ku li gel wan disekin, digrin û em jî weke gel hêza xwe ji wan digrin û divê li gel wan bisekinin.

Kenan di dawiyê axaftina xwe de got ku parastina axa Rojava, erka hemû pêkhateyan e û bang li hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê yên Kurd, Ereb, Suryanî, Tukmen û Çeçen kir ku beşdarî parastina axa Rojavayê Kurdistanê bibin û cihê xwe di çeperên şer de bigrin. 


ANHA /SERÊKANIYÊ