Çekdarên PDKê yên bi navê "Supay Barzan" bi rêveberiya Behzad Barzanî li gundê Helane parastina baregehên leşkerên Tirk dike.
Li gundê Helane yê bajarokê Şêrwana Mezin a Hewlêrê çend navendên leşkerî yên dewleta Tirk hene. Ji bo pêşî li serhildana welatiyan a li dijî dagikeriya Tirk bigirin, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pêşmergeyên partiya xwe yên bi navê 'Supay Barzan' ji bo kontrolkirina wan navendan erkdar kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê bi dest ketine, Supay Barzan bi fermandariya Behzad Barzanî çend roj in ji bo parastina baregehên leşkerên Tirk li wir hatine bi cih kirin.
Li gorî heman çavkaniyan, armanca PDK'ê ew e ku navendên leşkerî yên Tirkiyeyê ji ber nerazîbûna xelkê herêmê biparêzin. Bi taybet piştî ku 25'ê Çile ya îsal xelkê Şêladizê li dijî baregehên Tirkiyeyê rabûn serhildanê û baregehên wan şewitandin PDK'ê ji bo parastina baregehên Tirkiye kete nava tevgerê.
ROJNEWS / HEWLÊR