Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin, tevî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk gel xaka xwe neterikandiye û gotin, gerîla wê heta dawiyê têbikoşe û parastina Başûr wezîfeya me ye.
Gerîlayên HPG û YJA Starê li ser dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê axivîn û bal kişandin ser polîtîkaya dewleta Tirk a ji bo xalîkirina Başûrê Kurdistanê ji mirovan û destnîşan kirin ku wê vê polîtîkayê têk bibin.
Hedef gelê Kurd hemû ye
Gerîlayê HPG’ê Gîvara Kurdan diyar kir ku armanca dewleta Tirk ne tenê PKK ye, gelê Kurd bi temamî ye û divê ev yek bê zanîn. Gîvara Kurdan bûyerên li Şêladizê qewimîn bi bîr xist û got, “Ciwan şehîd bûn lê PDK bêdeng ma, alîkarî neda gel. Di ser re lêborîn ji dewleta Tirk xwest. PDK tevî ku zerara li gel dibe dibîne û haya xwe ji şehadetan heye jî mîna ku tiştekî bi vî rengî nîne tevdigere û nêzîkatiyeke bi wî rengî nîşan dide. Lê nafikire ku Kurdistan tê talankirin an na. Gelê Şêladizê ji ber ku ev yek dît serî hilda. PDK’ê gelek ciwanên wê rojê li dijî vê polîtîkayê rabûn xiste zindanê.“
Bêdengî wê komkujiyan zêde bike
Gîvara Kurdan diyar kir ku gelê Başûrê Kurdistanê şaşitiya polîtîkaya PDK’ê dibîne û got, “Em; gerîla bi salan e li vê xakê ne û xaka Başûr diparêzin. Wezîfeya me ye ku vê xakê biparêzin. Ji xwe wezîfeya gerîla ye ku ji bo azadiyê têbikoşe, ji bo azadiyê şer bike û xaka xwe biparêze. Jixwe maneya gerîla ev e. Em amade ne ku jiyana xwe di vê oxirê de bidin. Divê gelê me li hemberî vê yekê bêdeng nemîne. Eger bêdeng bimîne wê komkujiyên mîna ya Kortekê zêde bibin, wê hîn bêhtir êrîşî gel bikin. Dewleta Tirk dixwaze Kurdan li dijî hev bide şerkirin û Başûr bêmirov bihêle.”
Berxwedana gerîla wê bidome
Gerîlaya YJA Starê Binevş Agir jî bal kişand ser çalakiyên gerîla yên li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û destnîşan kir ku wê heta dawiyê têbikoşin. Binevş Agir got, “Çalakiyên sûîqestê, sabotajê hatin kirin. Gerîla li Başûr dikarin bikevin nava çeperên leşkerên Tirk. Dewleta Tirk fêhm kir ku bi operasyonên bejahî nikare encamê werbigire. Hewl dide bi teknîkê vê yekê bike. Lê belê mirovan û îradeya mirovan nahesibîne. Tevî ewqas êrîşan gel xaka xwe naterikîne, xaka xwe diparêze. Em heta dawiyê bi gelê xwe re ne.”
TÊKOŞÎN AXÎN / SEMA GABAR / BEHDÎNAN