Hikûmeta AKP ji bo pêşiya Kurdî di nav saziyên dewletê de bigire her rêbaz bi kar tîne. Vê carê jî welatiyên ku dixwest di dadgehê de parasitina xwe bi Kurdî bide bi hinceta bihayê tercumantî, daxwaza wî nehat qebûlkirin.

Endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Çokluk ê ku li Edenê bi îdîaya tevlî çalakiyên Kobanê bû di 11’ê cotmeha 2011’an de hate binçavkirin û bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hate girtin derket pêşberî dadger. Çokluk û parêzerê wî Îlhan Ozer tevlî rûniştina li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê pêk hat bûn. Çokluk xwest bi kurdî parastina xwe bike û heyeta Dadgehê ji ber Çokluk bihayê tercumantiyê 100 TL. neda parastina wî negirt. Heyeta Dadgehê biryara girtina Çokluk berdewam bike û rûniştin taloqî 28’ê gulanê kir.



Çokluk diyar kir ku ew ji bo bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive pere nade. “ Prz. Îlhan Ongor diyar ku kir parastin, mafê herî bingehîn ya hiqûqiye û wiha got: “Muwekîlê min got, ‘Ji bo ez bi zimanê xwe biaxivim ez pere nadim. Divê ez bê pere biaxivim.’ Ev nêzîkahî binpêkirina mafê mirovan e.” 


 DÎHA/EDENE