Kongreya Jinên Azad (KJA) bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinan peyameke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ruhê jinên ku li Komara Domînîkê li dijî rêveberiya faşîst teslîm nebûye îro bi şoreşa Rojava ve li Kurdistan û Rojhilata Navîn zindî bûye û jinan ala têkoşînê bilindtir kirine. Di daxuyaniyê de bal li ser têkoşîna jinan hate kişandin û wiha hate gotin: "Çawa ku vî ruhî dîktatoriya faşîst têk biriye, li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê jî wê desthilatdariya têgihiştina zilam ê faşîst tine bike."
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku jinên Kurd ji bo parastina axa xwe bike di refên pêş en berxwedanê de cih digrin û ev ruhê berxwedanê yê ku derketiye ji bo hemû jinên cihanê bûye çavkaniya îlhamê û di xurtbûna Têkoşîna Jinên Rojhilata Navîn e.
KJA diyar kir ku şîdeta zilam îdeolojîk e û daxuyaniya xwe bi vî rengî dawî kir: "Bi vê munasebetê em bang li hemû jinan dikin ku li dijî sîstema desthilatdar a zilam têkoşîn û rêxistibûna xwe xurtir bikin."
MLKP: Em ê hesap bipirsin!
Rêxistina Jinan a Komunîst a MLKP Rojava (KKO), jî daxuyaniyek da û banga pêşxistina xweparastin û berxwedanê li jinan kir. Di daxuyaniye de bal li ser Şoreşa Rojava hate kişandin û wiha hate gotin: “Li Rojava û Şengala ku gav bi gav tê azadkirin, wek jinên li çeperên herî pêş şer dikin, em di nav hizûrê de ne ku soza me dabû jinên şehîdên şoreşê, em gav bi gav bi cih tînin.” Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Şoreşa Rojava banga mezinkirina xweparastinê, li hember şîdeta zilam bi berxwedanê azadbûnê li hemû jinên cîhanê dike.”
Li hemberî rejîmê parastina cewherî
Komalên Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê(HPJ) jî bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê daxuyanî dan. di daxuyaniya KJAR’ê de li ser pêwendiya parastina cewherî bal hate kişandin û wiha hate gotin: “Azadkirina jinan li Îranê û avakirina hêza parastina cewherî bi şêweyekî sîstemî ya jinan li hemberî vê sîstemê em weke giringiyekî sereke dibînin. Berxwedan û îradeya jinan bi îradeya xwe li Kobanê, karîn rolekî bi bandor li ser civaka navneteweyî bilîzin.”
Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê ji di daxuyaniya xwe de ragihand ku pêwîste jin li hemberî siyasetên rejîma Îranê parastina xwe pêşbixin û tevlî refên HPJ'ê bibin.
Li Tambovê civîna 25 Mijdarê
Jinên Kurd ên ên li bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê dijîn, bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hember Şîdeta li dijî Jinê li hev civiyan. Civîna ku li avahiya Çanda Kurd pêk hat gelek jin beşdar bûn. Di civînê de endama Rêveberiya Tevgera Jinên Kurd Rûsyayê Medya Botan li ser wate û girîngiya rojê axivî. Botan di axaftina xwe de bal kişand ser şîdeta ku îro ji hêla dewleta Tirk ve tê kirin û got: "Li hember şîdeta li dijî Jinê de em wek jinên Kurd ên li bajarê Tambovê dijîn, hemû êrîşên li hemberî jinan bi zimanekî tund şermezar dikin û lanet dikin."
Li Silêmaniyê panel û çalakî
Li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê bi munasebata 25’ê Mijdarê semîner û çalakî hate lidarxistin.
Semînera ku ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK)’ê li avahiya Hunerî ya Silêmaniyê hate lidarxistin, berdevka fermî ya YPJ’ê Nesrîn Ebdullah beşdar bû. Nesrîn Ebdullah got YPJ nûnere hêza leşkerî ya jinan a cîhanî ye.
Di semînerê de Nesrîn Ebdullah got YPJ nûnera hêza leşkerî ya jinan a cîhanî ye û ji bo wê jî divê hemû jinên cîhanê xwedî li YPJ’ê derbikevin.
Rêxistinên jinan jî li Parka Dayika a bajarê Silêmaniyê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de li ser navê rêxistinên jinan daxuyaniyek hevbeş hat xwendin û tê de behsa zêdebûna rêjeya şîdeta li hember jinan li Herêma Kurdistanê hat kirin. Piştî çalakiyê jinan, li cihê ku jina ku bi navê Sinor (21) a di 2 Cotmeha 2015’an li Parka Dayika hatibû qetilkirin du dar çandin.
Maxmûrê 25’ê Mijdarê silav kirin
Di pêşengiya Meclîsa Îştar ya wargeha Mexmûrê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Dijî Jinê a Cîhanê meşek hate lidarxistin. Piştî ku meş gihişt ber avahiya NY’ê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de tekoşîna jinê a li dijî tundiyê hat silav kirin û bang hat kirin ku tevayî jinên Kurd û cîhanê xwedî li nasnameya û azadiya xwe derbikevin.
Di meşê de jinên Mexmûrê dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Jin Jiyane Jiyanê Nekuje’ û ‘Şehîd Namirin’ qîrkirin.
Li Rojava deng û rengê jinan
Li Rojavayê Kurdistanê jin bi boneya 25’ê Mijdarê bi cil û bergên folkolorî yên Kurdî daketin qada. Jinên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Kantona Cizîrê li bajarê Amûdê bi boneya rojê meşek organîze kir. Jinên bajarê Serêkaniyê ji bo tevlî meşê bûn. Meşa ku bi hezaran jin beşdarî bûne, ji Qada Jinên Azad destpê kir. Jinên kantonê, jînên Rêveberiya Xweser, endamên Partiya Komînîst a Marksîst Lenînist, şervanên YPJ, endamên saziyên civaka sivîl, partî û rêxistin beşdarî beşdarî meşê bûn.
‘Têkoşîna me berdewam e’
Li bajarê Girê Spî jin bi durişmeya “Bilindkirina têkoşînê berhema rihê jina Kobanî ye ” bi alên xwe derketin qada. Çalakiya ku ji aliyê rêxistina Yektiya Star a bajarê Girê Spî ve li pêşiya Mala Jin hate lidarxistin de li ser navê Mala Jin û li ser navê Rêvebeirya Xwseser daxuyani hate dayin. Di daxuyaniyan de gotin ku jin bi têkoşîna xwe ya bêyî navbera gihiştiye vê astê û li hemberî tundiyê li ber xwe daye, lewra niha di hemû sazî û qadên kar û xebatan de cih digre.
NAVENDA NÛÇEYAN