Xwendekarên ku di operasyona bi navê DYGM'ê di 19'ê Gulana 2010'an de li dijî xwendekarên lîseyê pêk hat, der barê 20 xwenekarên lîse û zanîngehê de bi îdîaya "Endamên zagona dijrêxistini ne" û "Propaganda rêxistinê kiriye" doz hate vekirin û ji 20 xwendekaran 8 jê hatin girtin. Di rûniştina 10'emîn de xwendkarên girtî amade bûn. Dema navê xwendekaran hate xwendin, xwendekaran bi Kurdî got "Amade me", "Ez livir im". Dozger dîsa biryara berê dubare kir û xwest xwendekar bi girtî bên darizandin. Parêzer jî parastin kir û diyar kir ku muwekilê wî nêzî 3 salan in girtî ne û xwest êdîe serbest bên darizandin.
Xwendekarê bi navê Veysi Kaya, bi Kurdî parastin kir û got "ez 3 salim girtî me" dadger axaftina wî birî û got "ez gotina te fam nakim" Kaya, jî bertek nîşanî heyeta dadgehê da û wiha got: "Dadgeha we serê we bixwe." Ozan Esen, Mekan Aslan, Mesut Ozcan, Yasin Dîlîm û Hulya Dikme jî bertek nîşanî helwesta dadgehê da û gotin: "Em dedgeha we nasnakin"

Ji salonê hate derxistin

Ercan Aslan jî anî ziman ku bendewariya dadgehê ya dadê kawikî ye. Em ne saf û kawik in. Pişti vê yekê Aslan ji salonê hate derxistin.Ebru Guden jî bi Tirkî axivî û wiha got: "Parastina zimanê zikmakî mafekî mirovî ye. Kesên me mirov bin vê yekê nizanin. Heta ku em bi zimanê xwe parastina xwe nekin em dê parastinê nedin." Piştî axaftinan heyetê navber da û piştî navberê biryar da ku rûniştina dozê taloqî 5'ê Kanûnê bike.
Parêzerê girtiyan diyar kir ku Ozan Esen, Mekan Aslan, Mesut Ozcan, Yasîn Dîlîm, Hulya Dîkme, Veysi Kaya, Ercan Aslan û Ebru Guden, ji serê sibe de anîne salonê û tu xwarin nedane wan. Parêzer, da zanîn ku muwekilen wan nû ji greva birçîbûnê derketine û tenê nanê zuha dane wan.

Ji Bayraktar re 3 sal

Heyeta Dadgehê derbarê Parêzer Nezahat Paşa Bayraktar a ku li hemberî 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê ya ku parastina bi Kurdî ya muwekîlê wê hate redkirin, parastina "Li gorî madeya 35'an a Peymana Lozanê, azadiya muwekîlê wê bi zimanê dayîkê biaxive û biryarên dadgehan ên di vê mijarê de yên red hiqûqî nîn in siyasî ne" kir, bi hinceta "gotinên neguncav" îdîaname amadekir. Di îdîanameya ji aliyê 2'yemîn Dageha Cezayên Giran a Karşiyakayê ve hate qebulkirin de hate diyarkirin ku Bayraktar bi parastina di dadgehê de kir "Ji peywirdarên cemaweriyê yên di lijneyê de heqaret kir" Di îdîanameyê de derbarê Bayraktar a daxwaz parastin Kurdî kir 3 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Rûniştina doza derbarê Bayraktar de hate vekirin dê di 30'ê mijdarê de li 7'emîn Dadeha Cezayên Giran a Îzmîrê bê dîtin.
Prz. Nezahat Paşa Bayraktar diyar kir ku piştî dadgehê têkildarî îfadeyên di parastinê de anîn ziman derbarê wê de serlêdan suc kir li Amedê jî bi heman hincetê derbarê 103 parêzerên tevlî doza sereke ya "KCK'ê" dibin serlêdana sûc kir û wiha got: "Demek dirêje muwekîl dixwazin bi Kurdî parastina zimanê zikmakî bike lê dadegeh van daxwazan red dike. Ji ber biryarên dadgehan ên redê îfadeyên sedan kesan nehatine girtin û mafê wan ê parastinê hatiye astengkirin." Bayraktar, anî ziman ku îdîanameya derbarê wê de hate amadekirin gefa li hemberî pîşeya parastinê ye û wiha axivî: "Sedema dozan li parêzerên dikevin dozên siyasî tê vekirin, ji bo dozên siyasî bêparastin û bêparêzer bihêlin e. Parêzerên, wekîliya kesên muxalîf dikin li vî welatî zêdehî salek di girtîgehê de tên girtin." Bayraktar, da zanîn ku bi doza derbarê wê de hate vekirin rêzgerên "Rêzgerên Bingehîn ên Perwerdariya Parêzeran a NY" û "Rêzgerên Havana" yên "Rêgezên Bingehîn ên Bikaranîna Parêzeran" hatine binpêkirin.

Bîryarên dadgehê siyasî ne

Xwendekarê bi navê Mazlum Ozçaki ên ku di sala 2010'an de bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" girtiye di rûniştina 19'ê îlona 20112an de daxwaza parastina bi Kurdî kir û daxwaza wî hate redkirin. Li ser vê yekê Prz. Nezahat Paşa Bayraktar parastina, daxwaza muwekîlê wê Ozçaki bê qebûlkirin û tercuman bê peywirdarkirin kir. Bayraktar, got; "Li gorî madeya 35'an a Peymana Lozanê, azadiya muwekîlê min bi zimanê dayîkê biaxive heye. Ji ber vê yekê îfadeyên ji bîlî Tirkî bi tu zimanên din parastin nayê kirin û ji kesên Tirkî nezanîn re dikarin tercuman bê peywirdarkirin rast nîn in. Ez bawer dikim ku biryarên dadehan ên di vê mijarê de tên dayîn hiqûqî ne siyasî ne. Ez dixwazim ku parastina muwekîlê min bê qebulkirin û parastina wî bê girtin. Tenê ji bo muwekîlê min na ji ber ku em jî Kurdî nizanin divê ji bo gotinên tên gotin bên fêmkirin daxwaza me ya tercuman heye..." Li ser vê yekê dadgehê bî îdîaya Bayraktar di parastina xwe de "heqaret" li dadgeran kir û li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê serlêdana sûc kir.
Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê serlêdana sûc a dadgehê qebul kir û derbarê Bayraktar de fezleke amade kir û ji bo destûra darizandinê bê dayîn ji Midûriyeta Giştî ya Karên cezayî ya girêdayî Wezareta Dadê re şand. Dozgeriyê di fezlekeya amadekir de got, Bayraktar, parêzeriya Mazlum Ozçaki yê ku bi îdîaya "Endamê rêxistinê û propagandeya rêxistinê kir" tê darizandin dike. Di fezlekeyê de sûcdariyên li ser Ozçaki hatin nivîsîn hatin nivîsîn. Pişt re Midûriyeta Giştî ya Karên Ceza ya Wezareta Dadê destûra Bayraktar bê lêpirsînkirin dabû. Piştî destûra wezaretê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê derbarê Bayraktar de lêpirsîn da destpêkirin. 

DÎHA/ÎZMÎR