Her weke parastin, ne tenê bi karanîna çeka ye, parastin çande ke. Di civakê de çendî parastin, hin de rêxistin. Çendî xwe bi rêxistin kirin, hin de xwe parastin. Rêjîma Sûriyeyê weke hemû tiştên ku berovajî kiriye di qada şer de jî têgina parastinê berovajî kiriye. Di bin navê şerê li hember hêzên muxalîf de. Her roja bi hêza sivîlan dikuje. Rêjîma Baasê bi tundiya li hember komên çedar û wargehên sivîl, di encama polîtikaya îflasê ye. Ji bo vê yekê jî rêbazên derveyî mirovahiyê li dijî mirovên sivîl bi kartîn e. Di gerdûnê de, hemû zindî xwe di parêzin. Xwezaya bê parastin, ne zindî ye berovajî vê yekê mirî ye. Zindiyên ku xwe nekaribin bi parêzin bi tune bûnê re, rû bi rû dimînin. Parastina rewa, ango parastina xwezayî xwe li hember gef û êrîşên ji devre bên, çi ev êrîşên fîzîkî, yan jî bîrdozî bin, xwe parastine. Ango parastin tê weteya berdewamiya jiyanê. Lê şerê qirêj yê ku rêvebirya Baasê bi rêve dibe tu hiqûqa wê tune ye. Ji ber şerekî li ser tunebûna civakekê dike. Her weke parastin tiştekî xwezayî ye. Parastina mafên hawirdor jî di heman kadagoriyê de ye. Çawa ku parastina meşru mafekî xwezayî ye di heman demê de, li hember gef xweran jî, xwe bi rêxistin kirin meşru ye. Bi çanda xwe parastinê, civak amedekirin û bi rêxistin kirinmafekî xwezayî ye.
Çanda parastinê ne talankirin e
Piştî komên çekdar yên bi navê Artêşa Hur a Sûriyeyê li seranserê Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê derketin holê li gelek bajarên ku bi dest xistine. Li van cihan gelek xirabî jî kirine. Weke mînak li bajarên weke Heleb, Hema, Humus û herî dawî li bajarê Serêkaniyê talana ku hatiye kirin, yek rastiyê derdixe holê. Çawa ku rêjîma faşist a Sûriyeyê di bin navê parastinê de hemû pîvanê exlaqî û mirovî bin pê dike. Komên çekdar jî di bin navê azadiyê de, ji dest dirêjaya ser namûsa gel bigire hemû nirxên pîroz yên madî û manawî talankirine. Tişta sosret jî vê talana ku dikê bi navê şerê parastinê li hember rêjîmê îfade dike. Çanda parastinê, çandeke exlaqî ye, ne çanda talanê ye.
Çawa ku Gelê Kurd xwedî mafe, bi qasî wê jî xwediyê çandeke parastinê ye. Ev her du têgeh 'maf' û 'parastin' weke goşt û neynokê bi hev re girêdayî ne. Armanca te çi dibe bila be, parastin şertekî serke ye. Şerê ku îro li Serêkaniyê û gundê Girzîro yê nêzî Girkêlekê dibe jî vê yekê rave dike. Tekoşîneke bê parastin, tê weteya ku tekoşînek ne mafdar.
Li Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê gelekî bê parastin, tê meneya bê rêxistin e. Gelekî wiha bi êrîşên fîzîkî, çandî, aborî, siyasî, leşkerî û birdozî rû bi rû dimîne. Ji ber Xweseriya Demokratîk, rêvebiriya civakê xwe bi xwe ye. Pêwiste civaka di xala xwe parastinê de jî xwedî rêxstineke qewîm be. Ji ber vê yekê divê birêxistinkirina hemû cûreyên civakê, weke erk li ser milê Desteya Bilind a Kurd e. Di Xweseriya Demokratîk a li rojavayê Kurdistanê de, çendî hêza te hebe û çendî hiqûqa te li pêş be û aboriya te bi rêk û pêk be, lê dema tu nikaribe xwe bi parêze û ji bo parastinê xwe bi rêxistin neke, tê weteya ku bê ewle ya, yanê tu tune ye.
Ewlebûna civakê, ne tenê bi avakirina yekîneyeke leşkerî yan bi arteşekê tê misoger kirin. Rojavayê Kurdistanê, ya girîng Xweseriya Demokratîk , hest ê xweparastinê li pêşbin. Divê civaka Kurd li Rojavayê welêt di hemû cûreyên çalekiyên xwe de parastinê esas bigire. Dema ev yek bê kirin, ev wê were wateya ku civak Kurd rêxistinkirî ye. Derveyî vê jî tu şansê me nîne.