Piştre ji neçarî derbasî Bakurê Kurdistanê dibe û mehekê li wir dimîne û piştre tevî hemû astengiyan dîsa li gel hevsera xwe vedigere bajarê Kobanê.
Mele Hesen li ser gotinên Xwedayê Mezin axivî û wiha got: “Xwedê Teale her parçeyeke ji axa ku afirandiye li ser navê xwediyê wan bi nav kiriye, wekî mînak Turkistan, Erebistan, Hindistan Yonanistan evan hemû xwedî û hakimê wan hene. lê Kurdistan… Hakimê Kurdistanê kî ye? Çima hakimiyeta vê tune ye? Ji dewletan kes deiwa vî tiştî nake. Turkistan ya turkan e, Erebistan ya Ereban e, Yewnanistan ya Yewnaniyan e, Hindistan ya Hindan e , lê Kurdistan ya kê ye? Kî xwediyê wê ye? Ma bê xwedî ye? Niha di dest kê de ye? Di dest xwelkê de ye. Gereke em rabin û qasî ji dest me tê em bikin ji ber ku bihostek ji axa me ne di bin hakimiyeta me Kurdan de ye. Giş di bin hakimiyeta xelkê de ye. divê ciwan, jin, kal li peyî mafên xwe kevin. Divê her kes li peyî mafên xwe Kevin.”
Mele Hesen derbarê êrîşên çeteyan yên bi ser herêma Kobanê de ku di bin navê îslamiyetê de hovîtiya xwe li dijî welatiyên sivîl bikar tînin wiha anî ziman: “Ola îslamê dînekî heq e ne dînekî batil e, şerê çeteyan a mezin li dijî dîna îslamê ye. Çete bi kiryarên xwe hewl didin ola îslamê reş bikin.”
Mele Hesen di berdewama axaftina xwe de hedîseke pêxember bi bîr anî û wiha destnîşan kir: “Zilamek hat ba Hz. Mihemed û jê re wiha got ‘Eger kes hat û hewl da malê min, milkê min û welatê min bi darê zorê ji min bibe û min talan bike, ez çi bikim?’ Hz. Mihemed besiva wî wiha daye ‘mala xwe nedê’ Zilam got ‘eger bi min re şer kir? Hz. Mihemed got tu jî şer bike. Zilam got ‘eger ku min pêre şer kir û ez kuştim? Hz. Mihemed got wê demê tu şehîd dikevî. Zilam got ‘eger min ew kuşt? Hz. Mihemed got ‘ew ê biçe dojehê ji ber ku wî şerê te kiriye û te jî mal û milkê xwe parastiye.”
Mele Hesen di dawiya axaftinên xwe de got ku divê ciwanên Kurd xwedî li xaka xwe derbikevin û Kobanê ji çeteyan biparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez li ser riya rast dimeşin. Ez bi temenê xwe yî mezin nikarim çek rakim û şer bikim. Lê ez destê xwe rakim û ji şervanên YPG/YPJ’ê re duayan bikim. Înşalah serkeftin ya şervanan e.”
DICLE MÛSA/ANHA/KOBANÊ