Li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê girtiyên siyasî dest nîşan kirin ku, mafê wan î parêziya bi zimanê dayikê ji aliyê dadgehan ve tê astengkirin û di vî warî de banga hestiyariyê li raya giştî kirin. Di nameya bi îmzeya girtiyên bi navê Mehmet Zekî Savûn, Okan Çelîk, Alî Haydar Guneş, Dogan Kanat, Yilmaz Gulçîçek, Mehmet Kamiş, Edîp Aslan, Erhan Karakaya, Yavûz Oran, Yaşar Alaca, Harûn Gul, Kadîr Gumuş, Sedat Yildiz, Sînan Taş, Halît Yilmaz, Celal Saridemîr, M. Emîn Akyuz, Veysel Karabûdak û Yavûz Karabûdak a ku ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Erziromê hat şandin de hat destnîşankirin ku, astengkirina mafê parêziyê, di wesfa sûcê makezagonî de ye. 
Di nameyê de hat destnîşankirin ku, li gel sererastkirina qanûnî jî mafên wan î parêziya bi zimanê dayikê tê astengkirin û wiha hat gotin: “Mafê me yî parêziya bi zimanê dayikê tê astengkirin. Pirgirêka wergêran tê jiyîn. Paraziya bi pereyî tê fezrkirin.” 


 ERZIROM