
Di nava her civakê de jin weke bingeh ango çavkaniya jiyanê tê pênasekirin. Ev pênase rast û di cîh de ye. Dera jin-dayik lê nebe ew der xerabe û bê wate ye. Jiyan, heskirin, star û parastin li dora dayikê hatiye avakirin. Her çendî bi pergala netew –dewlet û qaşo pêşketina şaristaniyê re qedir û qîmeta jinan kêm bûbe jî lê dema em li dîrokê dinêrin di nava her civak û baweriyê de cihê jinê taybet e. Ez ê ji were îro qala cihê jinên Êzîdî di nava Êzdayiyê de bikim. Her çendî tesîra der û dorê li ser civakê hatibe kirin jî lê hîn jî cihê wê di nava civakê de diyare. Roja Înê cejna Êzî ye. Ez ê bi wesileya cejnê hinekî rola jinê di nav baweriya Êzdayetiyê de pênase bikim. Di qadên jiyanê hemûyî de jin çalak e, û xwedî qedr e. Di nava qewl, beyt, sirûd û helbestên kurdî de jî cihê jinan taybet e. Weke mînak dema mirov bala xwe dide helbesta li ser cejna Pîrê Al yanî Batizmî (sersala kurdî ya rumî), dibêje;
Batizmiya Pîrê Al
Cejneke xweş û delal
Jin û zarok, mêr û kal
Wê pîroz dikin her sal
Di vir de jî mirov dibîne ku di serî de jin, paşê zarok û di rêza dawî de mêr hene.
Di nava baweriya civakê de jin di asta desthilatiyê de jî cih digirin û heta dikarin bibin mîr jî. Di dîrokê de mînakên vê yekê hene. Di sala 1913’an de li Mûsilê Meyan Xatûn bi Osmaniyan re dikeve nava bazarê. Dan û standinê bi wan re dike. Di encamê de di sala 1914’an de Meyan Xatûn bi ser dikeve û dînê Êzdiyan bi awayekî fermî bi desthilatiyê dide qebûlkirin. Di nava Êzdiyan de bêşa ku herî zêde rêzê dibînin û qedrê wan tê girtin jî beşa ruhanî ye.
Beşa ruhanî ji 6 çînan pêk tê. Ew ruhaniyet bi awayekî irsî yanî wekî mîrate derbas dibe û jin jî dibin waris û paşmaya ruhanî. Di nava merasim û civatan de jî pêwîst e ku jin bê temsîlkirin. Şîn, şahî û civat bê jinê çênabin. Weke mînak di dema merasima Hecê ango Cûmaya Şêx Adî de, bêşa semayê gelekî girîng e. Di nava geran de jin jî hene. Sema heft beş in ku beşa herî mezin beşa “Maka Êzî” ye. Mak jî rêza ji bo dayîk, makê yanî rêza jinan nîşan dide.
Li gorî baweriya civakê heft cureyên semayê hene. Şert e ku qewal bi gotin û kûbrî her heftan jî bizanîbe. Navê wan ev in: 1. Semaya Mezin an jî Semaya Qanûnî. Qewlê "Maka Êzî" li gel vê semayê tê gotin. 2. Semaya Zerza (eşîreke dimilî ye, hem li rojhilat, hem li bakûr û hem jî li başûr hene) an jî Ga-vanê Zerza. Pirtirîn eşîreta dimiliya vê Semayê daxwaz dikin.
3. Semaya Bilind
4. Semaya Şêx-Şems
5. Semaya Şerfedîn
6. Semaya Maka Êzî
7. Semaya Merkeba
Yek ji van semayan jî li ser goristanan tê gotin û jin sê caran li dora gorê (tirb) digerin. Ji lewma ji Semaya Merkeb re emaya mirin tê gotin. Ev nîşan dide ku di merasimê olî de jî jin cih digirin. Di dema veşartin û definkirina miriyan de jî jin cihekî taybet digirin. Berê dema yek diket ber kêferata mirinê, du qewal dihatin ber serê wî Qewlê Seremergê digotin, heta wî/ê kesî/ê kiras diguherî. Ruh disipart. Lê niha Qewlê Seremergê li ser yê mirî tê gotin. Di nava merasimê de jî qewal li def û şibabê dixin.