Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, doh sibê miracaetî dozgeriya Bursayê kir.
Parêzeran piştî miracaetê li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê, miracaeta wan hat erêkirin. Li ser vê parêzer çûn Girava Îmraliyê. Parêzer doh piştî nîvrojê ji Îmraliye vegeriyan. Parêzeran der barê hevdîtana bi miwekîlê xwe Abdullah Ocalan re ti daxuyanî neda. Parêzer herî dawî piştî 8 salan 2’ê Gulanê çûbûn Girava Îmraliyê.
ANF/STENBOL