Şanoya Gel 13 salin xizmeta çand û hunerê dike û armanc dike ku çandê biparêze û pêş bixe. Koma Şanoyê ku 13 salin xebatê dimeşîne, tu perwerde ji cihekî negirtin û xwe bi xwe perwerde bûn. Berdevka Şanoyê Seken Ugur, anî ziman ku ji bo ciwanan ji çanda kahwe û tiştên xerab dûr bixe xizmeta çandê dikin.
Li navçeya Hîzanê ya Bedlisê di sala 2001'an de Şanoya Gel a Ciwanan a Hîzanê hat avakirin û 13 salin bêyî ku hêza xwe ji derve bigirin xebata çand û hunerê dimeşînin. Li gel pirsgirêkên aborî xizmeta xwe 13 salin berdewam dikin û hewl didin ku çanda xwe biparêzin. Yekîneya Şanoya Gel ku ji 20 kesên esnaf, xwendekar, jin û ciwananan hat avakirin niha bi 10 kesan rêya xwe berdewam dike. Koma şanoyê bi lîstik, skeç û xebatên xwe hewl dide ku pirsgirêkên xwe bînin ziman û rê bide pêşiya civakê. Endamên koma şano ku heta niha tu perwerde û piştgirî ji derve nestendine, bi hêza xwe ya cewherî xebatê dimeşinin. Koma şanoyê di pêvajoya hilbijartinê de bêtir li ser naveroka hilbijartinê û xebatên hilbijartinê dike rojeva lîstikên xwe. Koma şano ku heta niha piştgiriya aborî û teknîkê ji şaredariyan û derve negirtine bi derfetên xwe pêdivî û lazimiyên xwe çareser dike. Komê hin pêdiviyên xwe yên biçûk jî ji saziyên navçeyê û Qeymeqamiyê ve pêşwazî kirin. Kom dema nû hat avakirin zêde ji aliyê civake ve eleqe nedît. Niha jî aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek mezin tê.
Berdevka Komê Seken Ugur, anî ziman ku ji bo ciwanan ji kahwexaneyan û tiştên xerab dûr bixin çand û hunera Kurdan biparezin serî li rêyek wisa tan. Ugur, anî ziman ku 13 salin xebate dimeşînin û tu piştgiriya aboriyê ji cihekî nagirin û wiha got: "Me xwest geşedanên civakî yên navçeyê û nava civakê bi riya şano parve bikin. Me xwest bibin neynika civakê û çand û hunerê biparêzin. Lê bi qasî ku em dixwazin em piştgiriyê nagirin. Em lêçûna xwe bi firotina bilêtan temîn dikin. Em dixwazin ev şano berdewam bike. Niha koma me ji 10 kesan pêk tê û tenê ya çend hevalan ewlehiya wan a civakî heye. Ugur, destnîşan kir ku dema kom nû hat avakirin jin jî di nava koma wan de hebû, lê ji ber aliye civakî niha jin di nava komê de nikarin bigirin." Ugur, da zanîn ku ew tixtekî pir mezin ji şaredariyan naxwazin û tenê dixwazin çandê biparêzin û li ciwanan xwedî derkevin.
Ugur, anî ziman ku gelê vir nikare ava bi tenduristî vexwe û tu aktivîstên civakî û çandî tune û ew dixwazin bi riya şano û skeçan hinekî pirsgirêk û rewşa civake li ber çavan raxin. Ugur, ani ziman bi listik û şanoyê dixwazin peyamê bidin çivake.


DÎHA/BEDLÎS