
'Em dixwazin zarokan nemir bikin'
Cîgira Şaredara Êlihê Gulîstan Akel, der barê xebat û armanca Parka Bîrdariyê agahî da û anî ziman ku ji bo ew van zarokên ku di pevçûn û buyeran de jiyana xwe ji dest dane her tim bibîr bînin û pêşerojek xweş ji zarokan re ava bikin xizmetek wisa didin. Akel, da zanîn ku li gorî peymana mafên mirovan a gerdûnî û neteweyî zarok xwedî 3 bafên bingehîn in. Akel, da zanîn ku mafê perwerdehî, parastin, û mafê tenduristî, derûnî, fîzîkî û zeyendî heye. Akel, destnîşan kir ku dewletê jî ev peymana mafan qebûl kiriye û xwest ev maf wekî mafên bingehîn yên mafên mirovan bê zanîn û parastin.
Akel, destnîşan kir ku li herêmê ji ber ku pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin bi taybetî zarok û jin zêde dikevin bin bandora tundî, pevçûn û operasyonan. Akel, bilêv kir ku herî zêde mafê zarok û jinan tê binpêkirin û ji ber vê yekê jî herîe zêde pêdiviya parastina mafên wan heye. Akel, bal kişand ser zarokên di demê dawî te hatin qetilkirin û wiha axivî: "Em wekî rêveberiyên herêmî divê mafên zarok û jinan biparêzin. Ji bo vê yekê me dest bi hin xebatên nû kirin. Ji bo ku em mafên zarokan biparêzin û zarokên hatine qetilkirin nedin ji bîrkirin me Parka Bîrdariyê ava kir. Nêzî 2 mehin xebatê parkê didome û di hundirê parkê de Peymana Mafên Zarokan a Navneteweyî ya ku ji 18 metre bilindahiyê pêk tê didin nivîsandin." Akel, xwest hemû sazî li mafên zarokan xwedî derkevin û biparêzin.
GULSEN ASLAN - DÎHA/ÊLIH