Tê payîn ku roja 8’ê Gulanê, Parlamena Herêma Kurdistanê ji bo aktîfkirina proje-yasaya serokatiya herêma Kurdistanê kom bibe. Serokê fraksiyona PDK’ê li ser pêngavên aktîvkirina erkê serokatiya herêmê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Serokê fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Umêd Xoşnaw li parlamena Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek da çapemeniyê. Umêd got; “Piştî lihevkirina PDK, YNK û Gorranê ya ji bo pêkanîna hikûmetê, pêngavên bên avêtin hatine despêkirin û hemû amadekarî hatine kirin. Seroka parlamenê jî ji bo kombûna parlamenê roja Çarşemê diyar kiriye. Ev jî ji bo aktîvkirina erkê serokatiya herêmê ye.”
Umêd da zanîn ku ji ber dema berê guftugo li ser yasayê hatiye kirin, ji bo wê tenê roja Çarşemê dengdan were kirin û piştre jî serokatiya parlamentoyê îmze bike. Umêd di dewamê de got; “Piştî dengdanê wê kesên diyarkirî dosyayên xwe pêşkêş bikin. Piştî ku encamek hat dîtin, wê seroka parlamenê civîneke din li dar bixe û baweriyê bide serokê herêmê û deng bide.”
Ew ê tenê serokwezîr erkdar bike
Umêd Xoşnaw da zanîn ku heta niha YNK’ê namzetê xwe yê ji bo serokatiya parlamenê pêşkêş nekiriye, çi dema ku YNK’ê namzetê xwe pêşkêş kir ew ê deng bidinê.
Umêd di dawiyê de got; “Di parlamentoyê de wê bawerî bi cîgirên serokê herêmê neyê dayîn. Piştî ku serokê herêmê sonda yasayî xwar, ew ê desthilatdariya xwe bi kar bîne û cîgirên xwe diyar bike. Di dema berê de di yasaya serokatiya herêmê de serokwezîr û cîgirên serokwezîran ji bo pêkanîna hikûmetê dihatin erkdarkirin. Lê niha tenê wê serokwezîr ji bo pêkanîna hikûmetê were erkdarkirin.”
ROJNEWS / HEWLÊR