Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêr li ser êrişkariya dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê civiya û di encama guftûgoyan de li ser 12 xalan li hev kir.

Di danişîna taybet a parlamentê de ji bo aîkariya Rojava û penaberên jê bên, pêngavek hat xwestin. Di nava axaftinan de îşaret bi hebûna hêzên biyanî li Iraqê hat kirin û hat xwestin ev hêzên biyanî derkevin.

Di naveroka 12 xalan de tê xwestin, parlament li dijî her cure şerî be, û li şûnê çareseriya aştiyane û diyalogê tercîh bike. Di vê çarçoveyê de ji sazî û dezgehên navdewletî tê xwestin di warê bidawîanîna şer û operasyonan de bi rola rabin; zor û zextê bikin da ku êriş û operasyona li dijî Rojava raweste.

Parlament ji hukûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze û selahiyetê dide, bi qasî hêza xwe hevkariya penaberên ji Rojava bên bike û bi hemahengiya rêxistinên navneteweyî vê bike.

Di warê dîplomasiyê de daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê û dezgeha serokatiyê tê kirin ku piştgiriya aştiyê bikin.

Ji bo alîkariya Rojava ji rêveberiya Bexdayê jî tê xwestin, budçeyek were veqetandin.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji rewşa niha nîgeranî û metirsiya xwe tîne ziman û îşaret bi binpêkirinên li dijî mirovahî û guhertina demografyayê ya li Efrînê dike, û dibêje, dibe ku li Grê Spî, Kobanî û Serêkaniyê jî heman tişt pêk bên. Ji bo vê jî dixwaze hewldan hemû bi armanca pêşîgirtina li vê yekê be.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê daxwazê ji hêzên Kurdistanî yên Rojoavayê Kurdistanê hemûyan dike, şer û nakokiyên hizbî û îdeolojîk bidin aliyekî, di vê qonaxekê de li heman bereyî li ser esasê berjewendiyên gelê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê bi hev re bixebitin. Li ser esasê bihevrejiyan û diyalogê li dijî terorê bisekinin û êrişên nû bidin aliyekî.

Parlament di dawiyê de tirs û fikarên xwe tîne ziman, êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê destektiyên li dijî terora DAIŞê bixe tehlûkeyê û bibe sedem, DAIŞ careke din rabe ser xwe û ev jî aştî, ewlekarî û aramiya herêm û cîhanê bixe metirsiyê.

 

ROJNEWS/HEWLÊR