Di 20’ê Cotmehê de li navçeya Kelar ya ser bi îdareya Germiyanê, komek çalakvanên civaka sivîl, mamosta û rewşenbîr, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya ser Rojavayê Kurdistanê Eniya boykotkirina malên Tirkî avakirin. Endama parlamentoya Herêma Kurdistanê Şîrîn Emîn ya li ser fraksiyona Tevgera Goran, bû endama Eniya boykotkirina malên Tirkî.

Parlamenter Şîrîn Emîn li ser dagirkeriya dewleta Tirk axivî û got, ew weke fraksiyona Goran bi her awayî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya faşîstin. Şîrîn di dewama axaftina xwe de got; “Li hemerî komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk ya ser Rojavayê Kurdistanê, ez bang li fraksiyonên din, Hikumeta Herêma Kurdistanê û hemû welatên din dikim dakû dengê xwe bilind bikin.”

Pêngava boykotê qerteke bi hêz e

Şîrîn li ser endambûyîna xwe ya ji bo pêngava boykotkirina malên Tirkî jî got; “Ez parlamentera Kurdistanê me û bûm endama eniya boykotkirina malên Tirkî. Ez ê bi awayekî çalak tevlî boykotkirina malên Tirkî bibim û bi her awayî piştgiriyê bidim kampanyayê. Pêngavek bi vî awayî cihê kêfxweşiyê ye. Ev pêngava boykotkirinê, şoreşeke spî ye û helwesteke meydanî ya ji bo lewaz kirina aboriya Tirkiyeyê ye. Lê mixabin desteka navweyî bi awayekî ne rewa dixwaze pêngavê biçûk bikin. Ji ber ku em dizanin ev pêngava boykotkirinê qertek bihêze li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê.”

Şîrîn bang li rêveberên siyasî yên Kurd û hikumetê kir da ku bi awayekî çalak tevlî pêngava boykotkirinê bibin. Şîrîn di dawiyê de got; “Ji bo ku kampanya tenê di asta helwesta welatiyan de nemîne, pêwîstî bi rêveberên siyasî jî heye. Divê pêngav were berfireh kirin û cîhan hemû helwesta li dijî dagirkeriyê bibîne.”

BOTAN GERMİYANÎ / ROJNEWS/HEWLÊR