Derbarê ketina parlamentiya Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP´ê Besîme Konca, ji aliyê jinan ve li Stenbol, Wan, Edene û Mêrdînê daxuyanî hat dayîn. Jinên ku betalkirina parlamentiya Besîme şermezar kirî, peyamên “Ew ê nikaribin hêza jinê bişkînin, nikarin parlementeriya gel bixin” dan. Meclîsa Jinê ya Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan derbarê jidestgirtina parlementeriya Besîme Konca de li Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya HDP´ê de civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Endama Koordînasyona Meclîsa Jinê ya HDP´ê got, roja meclîs civiya parlamenteriya Besîme Konca betal kir û wiha dewam kir: “Em jin betalkirina parlamenteriya parlamenterên xwe yên îradeya 6 milyonan, teqez napejirînin. Biryara ku ha dayîn bê hukim e, Besîme parlamentera me ye.”

 

Ev êrîş ne tesadufî ye’

Aqtivîstên TJA´yê yên Wanê jî derbarê betalkirina parlementiya Besîme Konca û cezakirina mamoste Ayşe ya ku bi rêya telefonê di Qenal D yê de gotibû “Bila zarok nemirin” daxwiyanî dan. Betalkirina parlamenteriya Besîme Konca li avahiya HDP´ê ya Edeneyê jî bi daxwiyaniyê hat şermezarkirin. Hevseroka HDP´ê ya Edenê, Gulseren Tural diyar kir ku ew ê li dijî rejîma ‘yek-zilamiyê’ têbikoşin. Meclîsa Jinê ya Mêrdînê ya HDP´ê jî daxwiyanî da. Hevseroka rêxistina bajêr a Mêrdînê ya HDP´ê Êylem Amak diyar kir ku ev polîtîqa wê nikaribe têkoşîna jinê bişikîne. 


NAVENDA NÛÇEYAN