Dewleta Tirk di dagirkeriya Kurdistanê de ji xwe re sînoran danayne. Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûna gelê Kurd her ku diçe zêde dibe, lê Hikûmêta Herêmê bêdengiya xwe naşikêne. 20’ê Hezîrana 2019’an ji aliyê Înîsiyatîfa li dijî dagirkeriyê kampanyayek hat destpêkirin û roja 3’ ê Tîrmehê jî encamên kampanyayê bi îmzeya 891 kesan radestî ofîsa Parlamena Herêma Kurdistanê û Parlamena Iraqê ya li Silêmaniyê hatin kirin. Li ser mijarê parlamenterê koma Nifşê Nû Diyarî Enwer ku bi xwe jî di komkirina îmzeyan de kar dikir peyivî. Parlamenter Diyarî Enwer helwêsta Serokê Parlementoyê û hikûmeta herêmê bi tundî rexnekir û got; ”Me daxwaz ji Desteya Serokatiya Parlamena Herêmê kir da ku civînek taybet li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûr li dar bixin. Lê hîn jî serokatiya parlamena Herêma Kurdistanê bersiva daxwaza parlamenteran nedaye.
Naxwazin pêşiya dagirkeran bigirin
Însiyatîfa li dijî dagirkeriyê, di 20’ê Hezîrana 2019’an de hat îlan kirin û roja 3’ ê Tîrmehê jî encamên kampanyayê bi îmzeya 891 kesan radestî ofîsa Parlamena Herêma Kurdistan û Parlamena Iraq a li Silêmaniyê kirin. Di daxwaznamê de ji parlamenan hat xwestin ku pêşiya dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ya li ser xaka Herêma Kurdistanê bigrin. Piştî ku daxwazname radestî parlamenê hat kirin, di 4’ê Tîrmehê de 15 parlamenterên Herêma Kurdistan yên bi ser komên cûda, li ser mijara dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Başûrê Kurdistanê daxwaza civînek taybet kirin. Lê hîn jî Desteya Serokatiya Parlamenê bersiv nedaye.