Parlamena Ewropayê li ser rewşa Sûriyê rawestiya.Weke tê zanîn li Sûriyeyê berxwedanekî berfireh ket rojeva dinyayê û piştî 15 adarê 2011’an de rejîma Esad bi tundî hêriş birin ser çalakvanan.
Li gor daxwuyaniyan li Sûriyeyê ji hezar û 300‘î zêdetir kes hatine kuştin û tenê li parêzgeha Darayê  zêdeyî 400 kesên sivîl hatine kuştin û birîndarkirin.
Kuştina Hamza al-Xatîbê 13 salî bû sedemê protestoyên nû
Li gor nûçeyan li Sûriyeyê heta dema îro nêzikî 30 zarok ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine qetlkirin.
Dîmenên ku di çapemeniya dinyayê de belav bûne, girtina zarokan, kesên işkence ditîne û êrîşên hêzên ewlekariya Sûriyeyê didin xuyakirin û evê yekê jî di rojên dawiyê de her diçin ji bo raya giştî ya dinyayê dibin sedemê alarma polîtîk.
Ji ber vê yekê jî Parlamena Ewropayê di civînekî awerte de li ser rewşa Sûriyeyê rawestiya û biryar û daxwazên xwe rêz kirin.
Di biryarên xwe yên aktûel de Parlamena Ewropayê bi desteyên dîtin, biryar û pêşniyaran bal dikşîne ser kirinên Sûriyeyê. Parlamena Ewropayê:
 - Serokomar Başar Esad di axaftina xwe ya 20’ê Hezîranê de da xuyakirin ku, Sûriyeyê dê pêvajoya diyaloge dest pê bike. Li gor axaftina Esad divê ku reform dest pê bikin û bi muxalîfan re rêyeke nû ji bo demokrasiyê dirust bike.
 - Saziyên mafê mirovan didin xuyakirin ku; heta îro zêdeyî 800 kes winda bûne û hezar 100 kes keyfî hatine girtinê.
 - Di 23’ê Hezîranê de li dijî 7 kesên din tedbîrên awarte hatine derxistin; hesabên wanê aborî hatiye cemidandin; mafê vîzeya wan hatiye qedexe kirin.
 - Bang li Hikûmata Sûriyeyê dike ku hemû zarokên ku hatine girtinê bi lezgînî werin berdanê.
 - Divê Hikûmata Sûriyeyê li dijî kesên ku li ser zarokan tadê dikin û wan digrin, gavên hiqûkî bavê û wan kesan li gor peymanên parastina zarokan bide cezakirinê.
 - Piştî ku Dara ji aliyê hêzên ewlekar dagirker bû, bi texmînî zêdeyê 12 hezar kes ji Sûriyeyê reviyan û çûn Tirkiyê.
 - Li gor daxuyaniyên Xaça Sor zêdeyî 17hezar kes amade ne ku ji Sûriyeyê derkevin.
 Parlamentoya Ewropayê:
 -  dagirkirina bajarê Dara, Cisir al-Şuxûr û Hama şermezar dike û daxwaz dike ku rê ji bo alîkariya navnetewî ji bo gel serast bibe.
 - Bang li Hikûmata Esad dike ku, hêriş nebin li ser kesên ne çekdar û wan bikûjin;
 - Kesên ku heta îro hatine girtin: meşvan, ronakbîr, berpirsiyarên rêxistinên sivîl, çalakjvanên mafê mirovan lez werin berdan. Divê bi hemû rexistin û kesên muxalîf pêvajoyêke nû dest pê bike.
 - Divê arteş û hêzên ewlekariyê ji bajarên dagirkirî derkevin.
 - Bang li Hikûmetê dike ku çapemeniya navnetewî serbest were berdan û nûçgihanî û lêgerîna rojnamevanan serbest be.
 - Hemû hewldanên welatên YE’yê û Netewên Yekbûyî bi rêz dibîne û daxwaz dike ku kesên sûcdar werin cezakirinê û daîrên fermî li Sûriyeyê ji bo cezakirina van kesan tedbîran bistîne.
 - Piştgiriya hemû hewldanên navnetewî ji bo şermezarkirina şîdeta ku li Sûriyeyê tê holê dike û daxwaz dike ku bi biryarên navnetewî li dijî Sûriyeyê tedbîrên dîplomatîk werin standin û dawî li Şidetê were.
 - Hemû hewldanên navnetewî yên ku ji bo bidawînanîna şîdetê li Sûriyeyê silav dike û berdewamiya alikariya mirovatiyê ji YE’yê daxwaz dike.
 - Serokê Parlemana Ewropayê, Cigirê Serokê Komîsyonê  herwaha berpirsiyarê pilitîka û ewlekarî ya YE’yê, hikûmat û parlemanên welatên endam  wezîfedar dike ku, ev bîryarên Parlemana Ewropayê li gel Hikûmata Sûriyeyê bidin zanîn.