Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku HDP'ê di 7'ê Hezîranê de bi derbasbûna ji benda ji sedî 10'an re dawî li desthilatdariya 13 salan a AKP'ê aniye û hat destnîşankirin, ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî wê nîşan bidin ku Tirkiye ber bi rejîmeke totalîter, dewamiya şer û pevçûnan ve diçe, yan jî wê berê xwe bide aştî û demokrasiyê.

Endamên Partiya Çep a Swêdê dan zanîn ku astengiya bi tenê ya li pêşiya Recep Tayyîp Erdogan  HDP ye. Rayedarên Partiay Çep gotin, "Tevî zext û êrîşan jî, kampanya hilbijartinê ya HDP'ê ku îlhamê dide, ji bo me cihê nîşandana hurmetê ye. HDP ji bo her kesî nîşan dide ku Tirkiyeyeke nûjen dikare çawa bê avakirin. Mafên hindikahiyan, pirsgirêkên wekhevî, edaleta civakî û hawirdorê bi cesaret û wêrekî dixe rojevê."

Rêveberên Partiya Çep dan xuyakirin, ku beriya hilbijartinê ew hem bi hêvî hem jî bi guman in û diyar kirin, ku êrîşên li hemberî endam ûr êveberên HDP'ê, wan dixe nava tirs û fikaran.Çepgiran destnîşan kirin, ku tevî van êrîşan jî jin û mêrên serî natewînin, bêdengbûnê red dikin, maf û azadiyên bingehîn biparêzin û daxwaza guhertinê dikin, hêviyê diin wan. Endamên Partiya Çep bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropaye kirin, ku ji bo hilbijartin bi awayekî ewle û demokratîk bên kirin, çavdêran bişînin Tirkiyeyê.

Serokê Giştî yê Partiya Çep Jonas Sjostedt, Berdevkê Polîtîka Derve Hans Lînde, Parlamentera Parlamenta Ewropa Malîn Bjork, Parlamenter Stig Henriksson, Lotta Johnsson Fornarve, Karin Rågsjö, Jens Holm, Amineh Kakabaveh, Christina Hoj Larsen, Wiwi-Anne Johansson, Daniel Sestrajcic, Nooshi Dadgostar, Håkan Svenneling, Emma Wallrup, Mia Sydow Mölleby, Torbjörn Björlund, Ali Esbati, Daniel Riazat, Rosanna Dinamarca, Berpirsyara Têkiliyên Navneteweyî ya bajarê Ûppsala Yekbûn Alp, Endama Desteya Rêveber a Şaxê Nacka Hediye Guzel, Serokê Partiyê yê Bajarê Stockholm Barbro Sorman, Endama Meclîsa Şaredariya Darwîch Hûddînge Nûjîn Alacabek, Midurê Şaxê Şaredariya Gavle Gîn Akgul, Seroka Forûma Navneteweyî Ann-Margarethe Livh, Endama Desteya Rêveberiya Forûma Çep a Navneteweyî Naîle Aras, Serokê Herêma Ûppsala Lars Thor, Rêveberên navçeya Soderhamn Farûk Aslan û Benny Gustavsson. 


 ANF/STOCKHOLM