Hikûmeta Elmanya bazirganiya xwe ya çekan a berî êrişên dagirkeriyê û piştî wê ya ji bo dewleta Tirk eşkere nake. Partiya Çep vê helwêsta hikûmetê bire ber dadgehê.

Piştî êrişên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya 9’ê Cotmeha 2019’an a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hikûmeta Federal a bi pêşengiya serokwezîra Elman Angela Merkel ragihandibû ku bazirganiya çekan a li gel Enqerê wan daye sekinandin. Hikûmetê dagirkeriya dewleta Tirk weke ‘binpêkirina hiqûqa navneteweyî’ bi nav kiribû û gotibû, heta dewamm bike, wê peymana firotina çekan a li gel Tirkiyeyê erê nekin.

Lê piştî demekê derket holê ku ev daxuyaniyên rêveberiya Berlînê tenê sembolîk bû. Ji 9’ê Cotmehê heta 18’ê Mijdara 2019’an bi qasî 3 milyon euroyî peymana çekan erê kiriye. Partiya Çep û Partiya Keskan li gel wê yekê ne ku ambargoyeke çekan a berfireh li ser Tirkiyeyê bê danîn.

Par herî zêde sîleh firotin Tirkiyeyê

Wezareta Aboriyê xwe neda ber bersivdayîna pêşnûma pirsa Partiya Çep a li ser mîqdara çekên sala 2019´an firotine dewleta Tirk. Serokê Koma Partiya Çep Dietmar Bartsch bi gotinên tûj hikûmet rexne kir û got, “Divê Wezîrê Aboriyê Peter Altmaier dev ji veşartina bazirganiya çekan a li gel Tirkiyeyê kirine, berde û daneyên sala 2019’an eşkere bike. Hikûmet divê dev ji vê helwêstê berde.”

Hikûmeta Merkel daneyên firotina çekên di navbera mehên Çile û Tebaxê ya sala 2019’an a ji bo Tirkiyeyê eşkere kir. Li gorî vê di 8 mehên destpêkê ya sala 2019’an de bihayê 250 milyon Eûro çek firotiye. Ev dane dide nîşan ku bazirganiya çekan a di navbera herdu welatan de ji sala 2005’an û vir ve ti demê ewqasî bilind nebûye. ji ber ku hikûmet naxweze hejmarên nû yên firotina sîlehan eşkere bike, Partiya Çep da zanîn ku ew ê dozê li hikûmetê veke. Parlamentera wê ya federal Sevim Dagdelen got, “Em ê qebûl nekin ku firotina sîlehên şer ji bo Tirkiyeyê weke agahiyên nepen bên ragihandin. veşartina van agahiyan li dijî demokrasiyê ye.” Dagdelen ji rêveberiya Koma Partiya xwe ya li Parlamenê xwest, daxwaza wê ya vekirina doza li dijî hikûmeta federal ji ber vê sedemê erê bike.

 

BERLÎN